Herîrî avakirina hikumeta xwe ji serokê Lubnanê re pêşkêş kir

Serokwezîrê Lubnanê yê erkdar, Seed Herîrî ragihand ku wî avakirina hikumeta xwe îşev ji serok Mîşêl Ewn re pêşkêş kiriye.

Herîrî avakirina hikumeta xwe ji serokê Lubnanê re pêşkêş kir
9 kanûn, 2020   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Herîrî wiha got: "Hewa erênî ye û dê dîsa bi serok Ewn re bicive."

Herîrî wiha domand: "Dê Ewn avakirina hikumetê lêkolîn bike û hêvî bi avakirina hikumetek nêz heye. Min avakirina hikumetê ya ji 18 wezîrên xwedî pispor ên dûrî alîgiriyên partîtî pêk tê, pêşkêş kir."

Herîrî di 22’yê Cotmeha borî de piştî şêwirên dozgeriyê ji 65 parlamenterên ji eslê 120’an, bi avakirina hikumeta nû hat erkdarkirin. Ew erkdarkirin jî piştî salekê ku Herîrî di encama xwepêşandanên gel de îstîfa kiriye de, pêk hat.

(fr)