`Hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin`

Tevgera Ciwanên Şoreşeger û Yekitiya Jinan a Ciwan bi meşeke meşaleyî berxwedana çalakvanên grêva birçîbûnê silav kir. Her wiha planên ku li ser Şengalê tên kirin bi tundî şermezar kirin û got: "Ew hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin, bila bizanibin ku ciwanên Rojava heke êrişeke li ser Şengalê bê kirin weke temaşeker namînin."

`Hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin`
`Hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin`
`Hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin`
`Hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin`
`Hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin`
9 kanûn, 2020   16:59
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan, bi dirûşma "Li dijî îxaneta PDK`ê li ser Şengalê bi yekbûyîna ciwanan, em ê tekez bi ser bikevin", her wiha ji bo silavkirina berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê meşeke meşaleyî li bajarê Qamişlo, li dar xist.

Meş bi tevlîbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektiya Jinên Ciwan ji ber çerxerêya Sonî dest pêkir, bi rakirina wêneyê Rêber Ebdulah Ocalan û meşeleyan dewam kir.

Meşevanan diruşmên "bimre îxanet", "bijî berxwedana Şengalê" û "bijî berxwedana çalakvanên grêva birçîbûn" berzkirin. Piştre meşevan li ber çerxerêya Şerq rawestiyan.

Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinan a Ciwan Seyran Sîno daxuyanî xwend, Seyran da zanîn ku ew wek ciwanên Rojavayê Kurdistanê berxwedana çalakvanên ku di girtîgehan de ku di girêva birçîbûnê de ne, silav dikin.

Seyran Sîno diyar kir ku hêza PDK`ê û hikumeta Iraqê li ser Şengalê li hevkirineke imze kiriye, lê gel baş dizane ku di 2014`an de hêza PDK`ê, Şengal ji DAIŞ`ê re hişt û reviya.

Seyran  Sîno daxuyand ku ew wekî ciwanên Rojavayê Kurdistanê vîna civaka êzidî ji xwe re wekî bingeh digirin û hebûna îxanetkaran li Şengalê tu carî qebûl nakin û wiha got: "Ew hêzên dagirker û îxanetker dixwazin li ser êzidiyan fermaneke nû pêk bînin, bila bizanibin ku ciwanên Rojava heke êrişeke li ser Şengalê bê kirin weke temaşe namînin."

Meş bi dirûşmên "bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.

 (sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MpztnYH1yes" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>