​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 66 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daneyên dawîn ên vîrusa Koronayê ragihand û da zanîn ku li Bakur û Rojhilê Sûriyê ji ber vîrusa Koronayê 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 66 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
9 kanûn, 2020   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 66 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, jê 37 mêr û 29 jin in.

Dr .Ciwan Mistefa diyar kir ku 5 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Herêmên Bakur û  Rojhilê Sûriyê tevî hejmara îro 7 hezar û 322 kes bi vîrusê ketine, ji wan 224 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 63 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA