Reşnivîsa lûtkeya Ewropa: Cezayên tund li dijî dewleta Tirk hatin ferzkirin

Yekitiya Ewropa, reşnivîsa Lûtkeya ku dê sibe li dar bixe amade kir û tê de banga ferzkirina cezayan li ser Enqereyê dike.

Reşnivîsa lûtkeya Ewropa: Cezayên tund li dijî dewleta Tirk hatin ferzkirin
9 kanûn, 2020   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê reşnivîsa Lûtkeya YE`yê ya ku  dê sibe li dar bixe, belav kir. Di reşnivîsa lûtkeyê de banga ferzkirina cezayan li kesayet, şîrket û berpirsên dewleta Tirk ên lêkolînê li deryaya Spî dikin kir.

Li gorî reşnivîsê dê YE`yê lîsteyên din li ser bingeha lîsteya cezayên ku ji 2019`an ve hatine ferzkirin, pêk bîne û heke pêwîst bike dê çarçoveya xwe hîn berfirehtir bike.

Endamên YE`yê lêkolînê li ser gefên di Cotmehê de yên li ser cezayên li dijî dewleta Tirk dikin. Ew ceza jî ji ber dewleta Tirk li peravên Qubris û Yewnistanê li hîdrokerbonatê digire, hatin lêkolîninkirin.

(eh)