​​​​​​​Dewleta Tirk ji 3 nuqteyên leşkerî yên din ên li herêma bêçek, vekişiya

Artêşa Tirk a dagirker îro ji 3 nuqteyên leşkerî yên din ku li nava herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de, dorpêçkirîbûn, vekişiya.

​​​​​​​Dewleta Tirk ji 3 nuqteyên leşkerî yên din ên li herêma bêçek, vekişiya
9 kanûn, 2020   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji nuqteyên çavdêriyê vedikişe, bi wê re ji 3 nuqteyên din ên ku hêzên hikumeta Şamê dorpêçkiribûn, vekişî.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR), artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya Serman a li rojhilatê bejahiya Idlibê, nuqteya Xan Toman a li başûrê bejahiya Helebê û nuqteya Reşidîn a li rojavayê bejahiyê Helebê, vekişî.

Li gorî SOHR’ê dê artêşa Tirk a dagirker ji nû ve hêzên xwe li herêmên çiyayê Zawiyê yên bejahiyên başûrê Idlibê belav bike.

Şeva berê, erebeyên ku alavên leşkerî û lojistîkî barkiribûn ji nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a dagirker a Raşidîn a li derdora Helebê ber bi herêma Etarib a li bejahiya bajêr de çûn. Vekişîna hêzên dewleta Tirk piştî 10 rojan ji valakirina nuqteya çavdêriyê yên berê yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de, pêk hat.

Ev yek, piştî peymana bi aliyê Rûsyayê re pêk hat. Di peymanê de divê dagirker ji nuqteyên ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve dorpêçkirî ne, vekişe.

Di nîvê Cotmeha borî de, artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya Morik a li bejahiya bakurê Hemayê û ji 11 nuqteyên li gundê Şêr Mexar ê li çiyayê Şehşebo yê li bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê, vekişî.

Artêşa Tirk vekişîna ji nuqteyên li bejahiyên rojavayê Helebê yên di navbera Şêx Eqîd û Qubtan El-Cebel de berdewam dike û ber bi derdora Etarib a li rojavayê Helebê ve diçe.

Di destpêk û dawiyê Mijdarê de, karwaneke girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya Meer Heta ya li bejahiya Idlibê ya li ser rêya Şam-Helebê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ber bi balafirgeha Teftenaz a leşkerî ve çû. Ew balafirgeh baregeha leşkerî ya dewleta Tirk e. Her wiha artêşa Tirk nuqteya li taxa Sînaa ya rojhilatê bajarê Seraqibê vala kir û alavên leşkerî ber bi gundê Riweyhe yê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ve çûn.

(fr)