Meclisa Tirbespiyê: Komploya li dijî Şengalê li dijî hebûna Kurdan e

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevpeymana di navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li dijî vîna gelê Şengalê ye.

Meclisa Tirbespiyê: Komploya li dijî Şengalê li dijî hebûna Kurdan e
9 kanûn, 2020   12:41
QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso bi daxuyaniya meclisa navçeyê ku îro daye, wiha da zanîn: “Komploya li dijî Şengalê berdewama komployên navneteweyî yên li dijî hebûna gelê Kurd e.”

Hiso destnîşan kir ku hevpeymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de li dijî berjewendiya gelê Kurd e.

Her wiha Hiso piştrast kir ku pêkhateyên navçeyê piştgiriya gelê êzidî dikin ku ji bo parastina destkeftiyan bi hezaran şehîd dane.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wZ5a5vCf2Jo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>