HPC`ê hevpeymana li ser Şengalê şermezar kir

HPC`ê li navçeya Girkê Legê peymana di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Hewlêrê de ya li dijî Şengalê şermezar kir.

HPC`ê hevpeymana li ser Şengalê şermezar kir
9 kanûn, 2020   12:32
QAMIŞLO

Bertekên şermezarkirina peymana hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li dijî Şengalê, didomin. Di vê çarçoveyê de, HPC`ê li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê daxuyaniyek da.

Endama HPC`ê Beraî Faris daxuyanî xwend û komploya ji hêla hikumeta Iraqê û PDK'ê ve li dijî vîna gelê Şengalê tê meşandin, şermezar kir.

Faris destnîşan kir ku hêzên zordar razî nabin ku gelê Şengalê jiyaneke azad û birûmet li ser axa xwe bidomîne û dixwazin vegerin rewşa berî sala 2014'an.

(dm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jNrqrJVfGsI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>