Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê noqteyên hevbeş ji bo şopandina agirbestê ava bikin

Piştî êrişên dawiyê yên artêşa Tirk a dagirker, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî îro ragihand dê li nuqteyên leşkerî yên hevbeş bi hêzên Rûsyayê re li ser rêya M4, ava bike.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê noqteyên hevbeş ji bo şopandina agirbestê ava bikin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê noqteyên hevbeş ji bo şopandina agirbestê ava bikin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê noqteyên hevbeş ji bo şopandina agirbestê ava bikin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê noqteyên hevbeş ji bo şopandina agirbestê ava bikin
9 kanûn, 2020   13:08
EYN ÎSA

Piştî du hefteyan ji topbarana artêşa Tirk a dagirker a li dijî derdora bajarokê Eyn Îsa û rêya M4, ji 6`ê Kanûnê de helîkopterên Rûsyayê li asîmanê navçeya Eyn Îsayê digerin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku ew duşema borî bi hikumetên Rûsya û Şamê re gihaştiye lihevkirinekê û dê li gorî wê nuqteyên çavdêriya agirbestê bên avakirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef îro bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan li ser avakirina 3 nuqteyên leşkerî yên hevbeş li rojhilat, rojava û bakurê navçeya Eyn Îsa li ser rêya M4, li hev kiriye.

Di du hefteyên borî de derdora bajarokê Eyn Îsa bi topên hewan û tankên artêşa Tirk a dagirker hatibû hedefgirtin. Hemwextî wê yekê bi dehan çeteyan ji bejahiyê ve êriş kir. QSD’ê ragihand ku şervanên wan êrişên li eniyên bakurê navçeyê têk birine.

Bi sedan şêniyên Eyn Îsayê li pêşiya baregeha Rûsyayê xwepêşandanek li dar xist û ji hêzên rûsî û artêşa hikumeta Sûriyê xwest ku êrişan rawestînin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî berî bi daxuyaniyekê bêdengiya Rûsya û hêzên hikumetê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Li gorî hevpeymana di navbera Pûtîn û Erdogan a sala 2019`an de, QSD`ê bi kûrahiya 32 km ji sînor vekişiya û li gorî hevpeymanê divê êriş were rawestandin. Lê heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hevpeyman bicih neanîne û hêzên hikumetê û Rûsya jî li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê bê deng in.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qmsGbvRcKRQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>