Fransayê bang li dewleta Tirk kir ku helwesta xwe diyar bike

Fransayê diyar kir ku ji bo avakirina têkiliyeke avaker bi YE`yê re, divê dewleta Tirk helwesta xwe li hemberî gelek dozên sereke diyar bike.

Fransayê bang li dewleta Tirk kir ku helwesta xwe diyar bike
9 kanûn, 2020   09:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, wezîrê karên derve yê Fransayê ji hempîşeyê xwe yê Tirk re got, nûkirina têkiliya avaker bi Yekitiya Ewropayê (YE) re tenê bi diyarkirina Enqereyê helwesta xwe li hemberî gelek mijaran pêkan e.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Fransayê Agnes von der Mol piştî ku wezîrê karên derve yê Fransayê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re bi telefonê axivî, daxuyanî da û got: "Wezîrê Fransayê bal kişand ser daxwazên Fransa û Yekitiya Ewropayê yên ku pêdiviyên wê bi zelaliyê heye û ev jî wekî şertekî ji bo ji nû ve destpêkirina têkiliyên avaker ê di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de."

Tê payîn ku di lûtkeya serokên Ewropayê ya roja pêncşemê de ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk ji ber nakokiya li rojhilatê Deryayê Spî were nîqaşkirin.

(şx)