Li Efganistanê teqîn, kuştî û birîndar hene

Erebeyeke bombebarkirî baregeheke opresyonan a girêdayî artêşa Efganistanê li parêzgeha Xaznî ya li rojhilatê welêt kir armanc û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn.

Li Efganistanê teqîn, kuştî û birîndar hene
9 kanûn, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa ‘Shinkah’ ragihand ku îro erebeyeke bombebarkirî li baregeheke operasyonên artêşa Efganistanê li parêzgeha Xaznî ya rojhilatê welat teqiya û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê roja yekşema borî ragihand ku zêdetirî 18 çekdar li kantona Qendahar a başûrê welêt hatine kuştin.

(dm)