Şêniyên Kobanê: Şerê avê vîna me naşkîne

Şêniyên Kobanê bal kişandin ser kêmkirina asta ava çemê Firatê li Sûriyê û rawestandina stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve û gotin: "Armanc ji vê planê temamkirina dagirkirina xaka Sûriyê û pêkanîna guhertina demografî ye. Ev plan çawa berê têk çûn wê dîsa têk biçin."

Şêniyên Kobanê: Şerê avê vîna me naşkîne
9 kanûn, 2020   08:58
KOBANÊ –NÎHAD KERIO

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyasetên xwe yên dijber ên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, careke din asta ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kir. Di encamê de ziyanên mezin ên jiyanî gihaşt şêniyan. Kêmkirina asta ava çemê, li dijî peymana sala 1987'an a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye. Şêniyên herêmê vê yekê wekî şerekî nû bi navê şerê avê bi nav dikin.

Şêniyên kantona Kobanê yên ku ji ber kêmkirina asta avê ziyan dîtin, nerazîbûnên xwe nîşan dan û banga destwerdanê li civaka navneteweyî kir.

Mehmûd Hec Nebo got: "Dewleta Tirk bi armanca ku me tune bike, bi hemû rêbazan şerê me dike. Lê vê carê bi rêya qutkirina avê ya bandor li her tiştî li herêmên me kir, di serî de kehrebe ya di dema dawî de bi awayekî domdar qut dibe."

Hec Nebo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên girêdayî asta avê binpê dike û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike da ku qanûn pêk were.

Jina bi navê Wehîda Îbrahîm jî anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker berxwedana şêniyan tê nabe û wiha domand: "Di şerê qirkirinê yê ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî me ragihand de em ji xaka xwe derneketin. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin ku provakasyonên te yên bi qutkirina avê bandorê li îradeya me nake, berovajî wê, hêza me zêdetir dike. Ji ber ku em gel heqaratê qebûl nakin, em êvîndarên azadî û jiyana bi rûmet in."

Şêniyê bi navê Serdar Mihemed jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk da û got: "Em ji bêdengiya civaka navneteweyî matmayî ne, ji ber ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ziyanê naghîne wan dewletan. Her wiha em ji nêzîkatiyên dewleta Tirk û şerê wê yên li hemberî me matmayî ne, ji ber ku em Kurd û ji bo Tirkiyê ya dagirker Kurd dijminekê wê yê dîrokî ye, dijmin hertim hemû rêbazan ji bo têkbirina me bi kar tîne."

Serdar Mihemed bang li Rêveberiya Enerjiyê ya Kobanê kir ku demên dane saetên kehrebe diyar bike da ku şênî li gorî wê tedbîr bigirin.

Ehmed Ebdo jî anî ziman ku kêmkirina asta avê çemê Firatê girêdayî rawestandina stasyona Elok û azarên sivîlan ên ji ber qurkirina avê û wiha pê de çû: "Ev plana dewleta Tirk a dagirker e, armanca jê temamkirina dagirkirina xaka Sûriyê û pêkanîna guhertina demografî ye. Ev plan çawa berê têk çûn wê dîsa têk biçin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LmHOVXbZMMI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>