Li Kerkûkê agir bi zeviyên petrolê ket

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku ji ber teqîna 2 bombeyan, agir bi hundirê zeviya petrolê yê Xebaz a Kerkûkê ketiye.

Li Kerkûkê agir bi zeviyên petrolê ket
9 kanûn, 2020   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekê ji tore El-Sumaria News re da zanîn ku 2 bombe îro sibê di hundirê 2 bîrên petrolê yên li zeviyeke Xebazê ya Kerkûkê de teqiyan û di encamê de agir bi hundirê zeviya petrolê ketiye

Çavkanî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hewldanên vemirandinê ji saetên sibê ve dewam dikin.

(dm)