Parlamenterên Başûr ji bo piştgiriya xwepêşandêran dest bi grevê kir

Komeke parlamenterên Başûrê Kurdistanê yên ji tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Yekgirtû ya Îslamî, Nifşê Nû û serbixwe ne, ji bo piştiriya xwepêşandêran ketin grevê. Parlamenteran diyar kir ku heya daxwazên rewa yên gelên Başûrê Kurdistanê pêk neyên, dê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Parlamenterên Başûr ji bo piştgiriya xwepêşandêran dest bi grevê kir
9 kanûn, 2020   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê dewam dikin. Bi rojan e gelê herêmê li qadan e û daxwaza mafên xwe dike. Heya niha di xwepêşandanan de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Ji bo piştgiriya xwepêşanderan komeke parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ketin grevê.

Li ser navê parlamenteran daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke Parlamenterên Kurdistanê, ji bo parastina yekdengî, mafê rewa yê xelkê Kurdistan, başkirina jiyan û çareseriya qeyrana mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, bi israrin. Tevî desthilatdarên herêmê sedema qeyrana li Herêma Kurdistanê ne, hîn jî di birsîkirina xelkê, qeçaxçitiya li sînoran û neşefaftiya dahata neftê de bi israrin. Neheqî li ciwanan tê kirin û têne şehîd xistin.

Em li dijî tundûtujiyê ne, lê dema ku rewş gihîşt asta tundûtujiyê, xwîna mirovên me ji pencere û deriyên baregehan pîroztire. Divê berpirsên hizbê bi berpirsyarane danûstandinê bi nerazîbuna li kolanan re bikin. Dawî li vê xwîn rijandinê bînin. Em bang li hêzên ewlekariyê dikin, xwepêşandêr jî zarokên vê herêmê ne, ji ber ku neheqî li wan tê kirin daketine kolanan, heman neheqî li we jî hatiye kirin. Ji bo vê berê tifenga xwe nedin wan.

Em bang li hemû hizban dikin, baregehên xwe li hemû bajar û navçeyên alozî tê de vale bikin. Xwe ji xwepêşanderan dur bixin û li hemberî wan ranewestin. Emê li gorî wezîfeya navxweyî ya parlamentoya Kurdistanê, ji bo ku demek zû de civînek çêbibe û hikumet were parlamentoyê, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê bikin.

Divê hikumet hemû pirsgirêkên heyî, neft, qaçaxçitiya sînor û bacê çareser bike. Bi Iraqê lihev bike û dawî li tundûtjiya dijî xwepêşanderan bîne.

Bang li xwepêşanderan dikîn, ji bo xwestina mafên xwe şêwazên aştiyane bikarbînin. Em piştgiriyê li mafê we dikin û dixwazin hun xwe ji tundûtujî, şewitandina cihên giştî biparêzîn.

Me biryar de em weke parlamenter, ji bo piştgirîdayîna daxwazên we xwepêşanderan, li parlamentoya Herêma Kurdistanê bikevîn grevê. Emê piştgiriya xwe ya ji bo nerazîbûnan dewam bikin, heya hêviyek rast ji bo çareseriya pirsgirêka xelkê Kurdistanê dernekeve û dawî li vê rewşa nayê xwestin neyê, emê çalakiya xwe dewam bikin.

Em bang li hemû parlamenteran jî dikin da ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Kurdistanê.”