Çavkaniyên taybet: Dewleta Tirk plan dike ku çeteyan bişîna Keşmîrê

Li gorî ku çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihandiye, dewleta Tirk a dagirker plan dike ku çeteyan bişîne herêma Keşmîrê ku Hindistan û Pakistan li ser bi nakok in.

Çavkaniyên taybet: Dewleta Tirk plan dike ku çeteyan bişîna Keşmîrê
9 kanûn, 2020   08:40
ŞEHBA

Çavkaniyan eşkere kir ku îstixbarata dewleta Tirk perspektif dane çeteyên Sultan Silêman Şah (Emşat) ku lîsteyekê ji 100 çeteyî amade bike da ku perwerdeyê li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê bibînin û piştre wan bişînin herêma Keşmîrê da ku li dijî Hindistanê şer bikin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk wekî mûçe li hemberî şerê li Keşmîrê ji bo her çeteyekî 3 hezar dolar veqetandiye. Lê belê çeteyan xwest ku mûçeyên wan yekser bidin wan, ji ber ku ditirsin wekî çeteyên din ku ew şandine Lîbya û Qerebaxê, îstixbarata Tirk mûçeyên wan jî desteser bike.

Duh, serokê herêma Azad û Keşmîrê Serdar Mesûdxan ji ajanseke tirkî re wiha gotibû: “Piştgirî û dilsoziya dewleta Tirk bi gelê Keşmîrê re, hikumeta Hindistanê bi hêrs dike.”

Keşmîr herêmeke bi nakok e, li navbera Hindistan, Pakistan û Çînê dikeve.

(cx)

ANHA