Koma 3’yan greva birçîbûnê dewr girt

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêberê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehan dest pê kiriye, bi koma 3’yan dom dike. Grev kete roja 13’an.

Koma 3’yan greva birçîbûnê dewr girt
9 kanûn, 2020   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê ku 27’ê Mijdarê girtiyên siyasî dabû destpêkirin, dewam dike. Çalakî bi dewrgirtina koma 3’yan re kete roja xwe ya 13’an.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva biçîbûnê bi tevlêbûna rêxistinên sivîl ên li Stenbol û Wanê daxuyaniyek da, daxwaza bidawîkirina tecrîdê kir û banga hestyariyê kir.