Neteweyên Yekbûyî bang li Rûsyayê kir ku ji Qirimê vekişe

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî piştî erêkirina 63 endaman, bang li Rûsyayê kir ku hêzên xwe yên leşkerî ji Qirimê vekişîne û dagirkirina demkî ya Ukraynayê bi dawî bike.

Neteweyên Yekbûyî bang li Rûsyayê kir ku ji Qirimê vekişe
8 kanûn, 2020   10:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh biryara vekişîna yekser a Rûsyayê ji Qirimê û bidawîkirina dagirkirina demkî ya Ukraynayê, erê kir.

Lijne ji 193 endaman pêk tê. 63 endaman biryar erê kir û 17 endaman jî red kir ku di nav de Rûsya, alîgirên wê Çîn, Kuba, Venezuela, Îran û Sûriye hene. 62 endamên din jî dengê xwe bi kar neanîn.

Komeleyê bang li tevahiya endamên NY’yê û rêxistinên navneteweyî kir ku bi NY`yê re hevkar bin û hewl bidin di zûtirîn demê de dagirkirina Qirimê bi dawî bikin.

(şx)