Li Minbicê bazirganên pereyên sexte hatin girtin

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi şev li Minbicê toreke bazirganiya dolarên sexte girt.

Li Minbicê bazirganên pereyên sexte hatin girtin
8 kanûn, 2020   10:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan beriya çend rojan bazirganekî diravên sexte li bajarê Minbicê şopandiye û ew li sûkê girtiye.

Navenda Ragihandinê destnîşan kir ku 15 hezar dolar ji lîreyên sedî û pêncî bi wî kesî re hatin desteserkirin.

Her wiha navendê diyar kir ku du kesên ku alîkariya wî dikirin jî hatin girtin û li gorî qanûnê, veguhastin dadgehê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku bi koordîneya dozgeriyê re, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan, pereyên ku hatine desteserkirin radestî dozgeriyê kirine.

(şx)

ANHA