Biden general Lloyd Austin wek wezîrê parastinê hilbijart

Li gorî raporên ku dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê weşandine, Joe Biden niyet dike ku general Lloyd Austin ku bi eslê xwe ji Afrîkayê ye, wek wezîrê parastinê hilbijêre.

Biden general Lloyd Austin wek wezîrê parastinê hilbijart
8 kanûn, 2020   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya DYA'yê, serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden di rêveberiya xwe de general Lloyd Austin wek wezîrê parastinê hilbijart û heke Kongre erê bike, dê yekem wezîrê parastina Amerîkayê yê ji Afrîkayê be.

General Lloyd Austin, 67 salî ye û beşdarî şerên Iraq û Efganistanê bûye. Li gorî kovara Politico ya Amerîkî, Biden dibe ku roja Sêşemê bi fermî navê wî ragihîne.

(dm)