Gelê Sûriyê: Tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê hevgirtin e

Şêniyên bajarê Minbicê diyar kirin ku tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê yekitî û hevgirtina pêkhateyan û dûrxistina aliyên derve ye.

Gelê Sûriyê: Tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê hevgirtin e
8 kanûn, 2020   07:14
MINBIC

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve her çi qasî DAIŞ û dewleta Tirk hewldana derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de belav bikin û gef li herêmê xwarin, lê belê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe kirin.

Gelek kesan sedema vê yekê bi yekitî û hevgirtina pêkhateyan a li dijî gefan û êrişan ve girê da û wiha got: "Li dijî gef û êrişên li dijî herêmê pêkhateyan yekitî û hevgirtina xwe ava kirin, rê nedan destwerdanên ji derve ji wan hişt ku aloziya Sûriyê aloztir bibe."

ꞌEM DESTWERDANÊN DERVE RED DIKINꞌ

/kr/uploads/files/2020/12/08/071532_-.webp

Di vê der barê de jina bi navê Nezîfa Osman ya ji pêkhateyên Turkmen ên li Minbicê wiha got: "Beyî yekitî û hevgirtina pêkhateyên Ereb, Çerkez, Turkmen û Kurd dê aloziya Sûriyê çareser nebe. Ji ber vê em destwerdanên derve red dikin û piştrast dikin ku em dikarin aloziya xwe bi xwe çareser bikin."

Nezîfa di nava gotinên xwe de bal kişand ser rola Tirkiyê û wiha pê de çû: "Dewleta herî zêde destwerdana kar û barên Sûriyê kir, dewleta Tirk e. Ew naxwaze krîz çareser bibe û dixwazê xêr û bêrên gelê Sûriyê talan bike."

Nezîfa banga guhdarkirina li gelê Sûriyê kir, ji ber ku yê fatoreya şer dide, gel e.

ꞌBANGÊN TEVLIBÛNA JI ÇARESERIYA SIYASÎ REꞌ

/kr/uploads/files/2020/12/08/071620_-.webp

Li  aliyekî din jî pêkhateyekî Kurd ê ji Minbicê Omer Mehmûd axivî û ev yek got: "Zext û lîstokên ji derve hişt ku civaka Sûriyê ji hev dûr bikeve, pêkhateya Kurd her tim banga yekitî û hevgirtinê dike, mînaka vê yekê jî banga ji yekitiya gelê Kurd û jiyana hevbeş  a hemû aliyan e."

Mehmûd destnîşan kir ku dema pêkhateyên li Sûriyê piştgiriya hev bikin, dê aloziya Sûriyê çareser bikin.

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de banga tevlêbûna ji çareseriya aloziya Sûriyê re kir û got: "Bila aliyên derve yên ku li gorî berjewendiyên xwe herêmê bi rê ve dibin, biryara çareserkirina aloziya Sûriyê nedin."

ꞌBANGA HEVGIRTINA LI DIJÎ PLANÊN ERDOGANꞌ

/kr/uploads/files/2020/12/08/071658_-.webp

Riweyda Silêman a ji pêkhateya Çerkez ji bajarê Minbicê jî axivî û bang li ciwanên ku alîgirên artêşa Tirk in û li dijî gelê Sûriyê şer dikin, kir ku li hemberî planên Erdogan ên li dijî Sûriyê hevgirtî bin.

Li aliyekî din jî hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê Ehmed El-Yûsif ê ji pêkhateya Ereb wiha axivî: "Aloziya Sûriyê divê bi rêya diyalogên sûrî-sûrî ku tevahiya pêkhate û partiyên Sûriyê beşdarî wê bibin, çareser bibe. Divê aliyên derve yên ku li ser esasê berjewendiyên xwe destwerdana herêmê dikin dûr bikevin, ji ber ku bi diyalogê dê alozî çareser bibe."

/kr/uploads/files/2020/12/08/071719_-.webp

El-Yûsif îşaret pê kir ku li herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine, nakokiyên mezhebî, etnîkî û guhartina demografiyê hene û ev jî nakeve xizmeta Sûriyê û gelê Sûriyê.

Di dawiyê de Ehmed El-Yûsif got ku tekana rêya parastina mafên pêkhateyan, hevgirtin e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gv875ESXC1c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>