​​​​​​​Li sînorê Eyn Îsayê baregeheke nû ya artêşa Tirk heye

Di dîmenên ku îro hatine girtin de, diyar dibe ku baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk tenê 2 km dûrî gundê Seyda yê bakurê bajarokê Eyn Îsayê heye û bi satirên axê hatiye veşartin.

​​​​​​​Li sînorê Eyn Îsayê baregeheke nû ya artêşa Tirk heye
7 kanûn, 2020   21:49
EYN ÎSA

Baregeha ku dewleta Tirk ji 20`ê Mijdara derbasbûyî de ava kiriye, di nîvî wê de burcekî çavdêriyê heye û li ser jî kamerayên çavdêriyê yên germahiyê hene.

Di sê hefteyên derbasbûyî de, ji vê baregehê de dewleta Tirk a dagirker bi sedan top avêtin  derdora Eyn Îsayê û gundewarên li ser rêya M4 ên tê de şênî hene, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker hewl dide hebûna xwe li herêmên dagirkirî û yên nêzî rêya herî girîng a li Sûriyê ku ew jî rêya M4`ê ye xurtir bike, ji ber dixwaze li van herêmên dagirkirî derdora 20 baregehan ava bike.

Piştî planên dewleta Tirk ên serwerîkirina gundên Seyda û Mealik û kampa Eyn Îsayê bi bin ketin, di navbera QSD`ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer derket.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iLp4rxiuoh4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>