Mihemed Ebdo: Armanca ambargoya li ser Şehbayê şikandina vîna gel e

Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê diyar kir, ku ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî koçberên Efrînê, gel li hemberî hikumeta Şamê derket û banga rakirina ambargoya li ser herêmê kir.

Mihemed Ebdo: Armanca ambargoya li ser Şehbayê şikandina vîna gel e
Mihemed Ebdo: Armanca ambargoya li ser Şehbayê şikandina vîna gel e
Mihemed Ebdo: Armanca ambargoya li ser Şehbayê şikandina vîna gel e
Mihemed Ebdo: Armanca ambargoya li ser Şehbayê şikandina vîna gel e
Mihemed Ebdo: Armanca ambargoya li ser Şehbayê şikandina vîna gel e
8 kanûn, 2020   07:16
ŞEHBA

Hikumeta Şamê hewldana şikandina vîna gel dike, ji ber vê yekê herêmên Şehbayê ku bi deh hezaran koçberên ji Efrînê lê dimînin, xistiye çemberê.

Hikumeta Şamê herêm dorpêç kiriye, ji ber vê yekê aloziyek li herêmê çêbûye, nexasim ku dorpêç heta ji bo madeyên sereke yên xwarinê, derman, şîrê zarokan û sotemeniyê ye.

Şêniyên herêmê li pêşiya bendên hikumeta Şamê kom bû û li dijî siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gel dimeşîne protesto kir.

Dema hikumeta Şamê dermanan li dermanxaneyan nahêle, madeyan ji bazarê qut dike, sotemeniyê qedexe dike, artêşa hikumetê çekên giran datîne ser bendên kontrolê û nehêle şênî nêzîk bibin, tê wateya ku di siyaseta xwe ya çewisandinê de bi israr e, lê şênî van kiryaran natirsin û hêzên hikumî got ku dê rewşê nîqaş bike.

ꞌARMANCA DORPÊÇÊ ŞIKANDINA VÎNA GEL Eꞌ

Têkildarî van siyasetan Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo ev yek anî ziman: "Ev siyaseteke sîstematîk e, hêzên hikumetê ji beriya 3 salan ve li dijî koçberên Efrînê yên li kantona Şehayê vê siyasetê dimeşîne û hewldana şikandina vîna gel û ser tewandina gel dike."

Têkildarî protestoyên gel û helwesta wan ji siyasetên hikumeta Şamê Mihemed Ebdo destîşan kir, ku êdî gel nema siyaseta birçîkirinê radike û her çi qasî leşkerên hikumeta Şamê soz da ku derbaskirina madeyên wekî sotemeniyê û yên sereke hêsan bike, lê dîsa jî gel serî hilda.

Mihemed Ebo diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan li hemberî siyaseta hikumetê ya li dijî gel, bêdeng e. Mihemed Ebdo bi lêv kir ku her çi qasî li herêmê vîrusa Koronayê berbelav e û pêwîstiya derman û agirdankan hene, lê dîsa jî rêxistinên navneteweyî bê deng in û gel li ber xwe dide.

Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebo bang li rêxistinên navneteweyî û neteweyî kir, ku tavilê destwerdanê bikin û dawî li siyaseta hikumeta Şamê ya ku li dijî koçber û şêniyên herêmê dide meşandin bîne.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mCQ_3Pekr88" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>