ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08- 12-2020`AN
8 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê têkildarî komploya hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li dijî Şengakê daxuyaniyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdekî QSD'ê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê îşaret bi hemleyên qirkirinê kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya sedên salan li dijî kurdan daye destpêkirin û banga rabûna li dijî van hemleyan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeyê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê ya li Belçîlka got, komele dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite da ku piştgiriya qurbaniyên terorê bike, ji nû sazûmaniyekê ava bike, navbeykariyê di nav qurbaniyan û cîhana derve de bike û sûcdaran darizîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Polîtîkaya Neteweyên Yekbûyî ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durû ye, çavkaniyekî nêzî Komseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yê y got NY’yê li gorî armancên hikumeta Şamê ne li gorî armancên mirovî tev digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyan hevkariya PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker rexne kir û wiha got:"PDK`ê li ser hesbê gelê Kurd peymanan mohr dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Minbicê diyar kir, ku tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê yekitî û hevgirtina pêkhateyan û dûrxistina aliyên derve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê diyar kir, ku ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên plankirî yên li dijî koçberên Efrînê, gel li hemberî hikumeta Şamê derket û banga rakirina dorpêça li ser herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Di vê dawiyê de tevgerên dewleta Tirk li "Herêma bêçek" û çiyayê Zawiyê  zêde bûn. Lêkolînerê sûrî Ehemd Dirzî hişyarî li ser niyetên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê û pêkanîna Mîsaqa Millî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Navenda Cîhana Zarokan a ji bo kesên astengdaran a li bajarê Qamişlo, zarok fêr kir û hişt ku xwe di nava civakê de bibînin. Têkildarî vê yekê serpereşta navendê got ku ew xwe dispêrin bernameyên perwerdê û rêbazên rast. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinên Azad a Kantona Şehbayê têkildarî kampanyaya komkirina îmzeyan daxuyaniyekê li pêşniya navenda meclisê ya li navçeya Fafînê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê destnîşan kirin ku dewletên hegemon hewl didin siyasetên xwe li Rojhilata Navîn ferz bikin da ku qeydan li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan ferz bikin ku bingehê têkoşîn û berxwedana wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Xwedîkirina elokan li gundewarên Kobanê di salên borî de bi paş ketiye. Her wiha bihaya wê bi hevrûkirina cureyên dîtir ên mirîşkan re bilind e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA