'Divê her kes xweparastinê wekî erk bigire'

Şêniyên Kobanê îşaret bi hemleyên qirkirinê kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya sedên salan li dijî kurdan daye destpêkirin û banga rabûna li dijî van hemleyan kirin.

'Divê her kes xweparastinê wekî erk bigire'
8 kanûn, 2020   03:12
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Artêşa Tirk a dagirker bi hemû rêbazên hovane êrişî gelê Rojava dike û hewl dide wan bitirsîne û bide koçberkirin. Di encamê de herêmên wan dagir bike û demgrafiya wan biguhere. Li ser vê yekê şêniyên kantona Kobanê banga parastinê û rabûna li hemberî dagirkeriyê kirin.

Mehmûd El-Şêx ê ji gundê Zormixar a li ser sînorê bi dewleta Tirk re bang li xelkê Rojava kir ku ji planên Tirkiyê hişyar bin û bi xaka xwe ve girêdayî be û wiha got: "Ji ber ku mirin careke û dijmin yek e, divê em li ber xwe bidin, yan mirineke bi rûmet yan jî jiyaneke bi rûmet. Êdî dem dema ku gelê me gotina xwe ji dewleta Tirk a dagirker re bêje. "

Mehmûd El-Şêx bang li şêniyên Rojava kir ku piştgiriyê bidin hev û wiha dawî li axaftina xwe danî: "Dewleta Tirk tu rêyên jiyînê ji me re nehişt, ji ber vê divê em li hemberî gefên wê yên rojane mertal bin."

Welatiyê bi navê Ehmed Şêxo yê ji gundê Carqelê yê nêzîkî sînorê bi dewleta Tirk re axivî û got ku parastina hebûna gelekî di hêza wî de ye, lewra divê gelê Rojava yekitiya xwe ava bikin û ji dewleta Tirk re hêza xwe diyar bikin da ku binkeftî vegere cihê xwe.

Ehmed Şêxo wiha axaftina xwe domand: "Dijmin rehmê nake, nexasim piştî ku çeteyên wê di têkbirina ewlehiya herêmên me û belavkirina tevliheviyê de bi bin ketin. Lê bi saya vîna gelê şênî û şervanên me yên qehreman têk çû."  

Ehmed Şêxo bang li şêniyên Rojava kir, ku vîna xwe biparêzin û li hemberî neyaran di serî de artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

Jina bi navê Fatima Oso ya ji gundê Xorxorî ya rojavayê bajarê Kobanê bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê Kurd û wiha got:"Dem dema ku partiyên kurdî yekitiya xwe ava bike û dengê gelê Kurd ê Rojava bibe yek, ji parçebûnê re êdî bes e. Divê mirov dersan ji sûcên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne bigire."

Fatima Oso bang li gelê Rojava kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekine "Divê her ferdek li Rojava bi berpirsyariya xwe rabin û li hemberî hemleya qirkirinê ya artêşa Tirk a ku ji beriya sedên salan ragihandiye, bisekinin.

Fatima Oso bal kişand ser planên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û got: "Plan û hewldana têkbirina gelên herêmê hene. J i ber vê yekê divê her ferdek di mala xwe de leşkerek be û parastina rûmet, hebûn û xaka xwe bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/igzFrF8kOME" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>