​​​​​​​Dirzî: Dewleta Tirk dixwaze Idlîbê dagir bike

Di vê dawiyê de tevgerên dewleta Tirk li "Herêma bêçek" û çiyayê Zawiyê zêde bûn. Lêkolînerê sûrî Ehemd Dirzî hişyarî li ser niyetên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê û pêkanîna Mîsaqa Millî da.

​​​​​​​Dirzî: Dewleta Tirk dixwaze Idlîbê dagir bike
8 kanûn, 2020   02:07
NAVENDA NÛÇEYAN-YARA MIHEMED

Li herêmên Idlib û bejahiyên wê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer giran bûye û gurbûna şer niha li çiyayê Zawiyê, Kensefre, Bênîn, Sifohin û Bêlonê ye. Li aliyekî din jî balafirên Rûsyayê li çeteyan didin.

Di encamên lihevkirinên Astanayê de yên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de ku di Gulana 2017'an de dest pê kirin, dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê ew herêmê dagir kirin.

Her sê alî piştî wan civînan gihaştin lihevkirina avakirina nuqteyên çavdêriyê, da ku rewşa meydanî bişopînin. Dewleta Tirk bi bahaneya avakirina nuqteyên çavdêriyê 12 herêmên ji Sûriyê dagir kirin.

Li gorî lihevkirinên Astanayê, hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya Rûsya û Îranê siyaseta kontrolkirina herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de pêk anîn. Ew herêm ji sedî 90 di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ya di lîsteya terora navneteweyî de ye) de ye yên deverên din di bin serweriya çeteyên ditîr de ye.

Dewleta Tirk gelek soz dan ku nahêle hêzên hikumeta Şamê bi pêş de biçin û dê wan rawestîne. Lê belê heta gelek nuqteyên çavdêriyê di bin serweriya hikumeta Şamê de man jî, bê deng ma. Lê belê leşkerên dewleta Tirk bi topbaranan hêzên hikumeta Şamê kuştin, şer di navbera her duyan de rû da.

PEYMAN Û BEND

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 5’ê Adara 2020’an agirbestek îmze kir.

Ji bendên agirbestê, divê dewleta Tirk hêzên xwe ji nuqteyên çavdêriyê yên ji aliyê hêzên hikumeta Şamê de hatin dorpêçkirin vekişîne, alavên giran ji Idlibê derxîne û komên terorîst di serî de Heyet Tehrîr El-Şam hilweşîne,.

VALAKIRINA 5 NUQTEYAN

Di nîvê Cotmeha îsal de, dewleta Tirk dest bi valakirina wan nuqteyan kir, bi wê re alavên xwe ji nuqteya Morik a li bejahiya bakurê Hemayê kişandin û ber bi bajarokê Qoqefîn ê li başûrê Idlibê ve bir, piştre du nuqteyên Şêr Mexar û Mer Hetat ên li ser rêya M5 a li bakurê Xan Şêxon jî vala kirin.

Piştre nuqteya leşkerî ya li gundê Şêx Eqîl ê li nêzî Qubtan Cebel ê rojavayê Helebê û nuqteyên din ên li derdora Seraqibê ya li rojhilatê Idlibê, vala kirin.

 NUQTEYÊN NÛ LI ÇIYAYÊ ZAWIYÊ HATIN AVAKIRIN

Li beramber vekişandina hêzên dewleta Tirk ji nuqteyên çavdêriyê, dewleta Tirk 5 nuqteyên din li Idlibê ava kirin; gundê Dêr Sinbil ê li başûrê Idlibê, li bajarokê Bara yê li çiyayê Zawiyê yê li başûrê bejahiya Idlibê û li hember Meret Nûman û bejahiyên rojhilatê başûrê Idlibê ye, li gundê Bêlon û girê Merqeb, li Til Bedran ê li bejahiya başûrê Idlibê. Bi wê re jî hejmara nuqteyên dewleta Tirk bûn 73 nuqte.

Li çiyayê Zawiyê, 20 nuqteyên dewleta Tirk hatin avakirin. Ew nuqte jî li çiyayê Nebî Eyob ku lûtkeya herî bilind li bejahiyên Idlibê ye û rûbereke fireh ji çiyayê Zawaiyê û Sehil El-Xab ê li rojavayê Hemayê eşkere dike, li bajarokên Şenan û Sercê jî nuqte hatin avakirin, lê nuqteyên dîtir li Ehsim, Bêlon, Dêr Sinbil, Ferkiya, Til Merata, Qoqefîn, Teran, Merezav û Nehle.

Di vê dema dawîn de, dewleta Tirk a dagirker 2 nuqteyên dîtir li bajarokên Bara û Dêr Sinbil ên li hember bajarên Meret Nûman û Kefer Nibul ên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de û li bajaroka Riwêca yê nêzî rêya M5 ava kirin kudi bin serweriya hêzên Rûsyayê de ye. Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker li gelek nuqteyên li nêzî rêya M4 a li başûrê Idlibê belav bûne.

TEVÎ LIHEVKIRINÊ, SEWQIYETÊN LEŞKERÎ YÊN TIRK HENE

Piştî ku 9 mehên li ser îmzekirina agirbesta di navbera Enqere û Moskovê de derbas bûn, dewleta Tirk a dagirker sewqiyetên leşkerî li bejahiyên başûr ên Idlibê berdewam dike.

Di du mehên borî de dewleta Tirk a dagirker sewqiyetên leşkerî li Idlibê, bi taybet li çiyayê Zawiyê yê başûrê wê zêde kirin. Enqere dîwareke xurt a parastî li derdora çiyê çêkir û yekser çavdêriyê li nuqteyên belavbûna hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Rûsya û Îranê dikin.

Dewleta Tirk ji dema ragihandina agirbestê di 5’ê Adarê de, nêzî 7 hezar û 560 erebeyên leşkerî û bi hezaran leşker şandine xaka Sûriyê, bi wê re bendên agirbestê tên binpêkirin.

Ji 2’yê Sibata 2020’an heta niha ve, hejmara erebe û alavên leşkerî yên dewleta Tirk ku derbasî "herêmên bêçek" bûn, nêzî 10 hezar 895 in.

ÇIMA ÇIYAYÊ ZAWIYÊ?

Li gorî dewleta Tirk a dagirker çiyayê Zawiyê nuqteyekî stratejîk û girîng e, ji ber navgîna di navbera bejahiyên başûrê Idlib û bakurê rojavayê Hemayê de ye. Di heman demê de li ser rêyên M4 (Heleb-Laziqiyê) û M5 (Heleb-Şamê) ye.

Rewşa leşkerî ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li vê herêmê ji tevahî herêmên dîtir, cudatir e. Ji ber herêmên çiyayê Zawiyê û derdora wê bilind e û çete dikarin bersiva êrişan bidin. Ji lew re ev herêm ji dewleta Tirk û çeteyên wê re weke xeta parastinê ji herêmên dîtir ên li Idlibê, girîngtir e.

Hêzên hikumeta Şamê armanc dike ku şer li eniyên başûrê Idlibê veke, da ku li çiyayê Zawiyê û heta bi rêya M4 jî serwer be. Bi wê re dewleta Tirk a dagirker nuqteyên xwe zêde dike û piştevaniya çeteyan li vê eniyê dike, da ku helwesta wê bi çi danûstandinên bi Rûsyayê re di dema pêş de pêk bên, xurt be.

 ‘DEWLETA TIRK LI GORÎ PEYMANAN TEVNAGERE’

Girêdayî mijarê, nivîskar û lêkolînerê sûrî Ehmed Dirzî wiha got: "Diyar e ku dewleta Tirk li gorî peyman û lihevkirinên bi Rûsyayê re tev nagere, lê heke têkeve xizmeta stratejiya wê, pêk tîne. Tirkiyê hilweşandin Humis, bejahiyên wê yên bakur û herêmên bejahiyên Şamê bi taybet Xota hêsan kir."

Dirzî destnîşan kir ku piştî dewleta Tirk bawer kir ku nikare hikumeta Şamê ya bi piştevaniya Rûsya û Îranê hilweşîne, berê xwe da planeke altarnatîf a pêkanîna Mîsaqa Millî. Da ku bi wê re demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî dagirkirinê biguhere û şêniyên ji Humis û Xota yên lihevanîna bi Şamê red kirine, bi cih bike.

Dirzî got:"Rewşa niha cuda ye û dewleta Tirk herêmên ku dagir kirine ji dest nade, da ku ew jî bibe lîstokeke bingehîn di her lihevkirinên siyasî yên pêş de. Bi wê re jî israr dike ku hêzên leşkerî yên Tirk û çekên giran li hundirê Idlibê bimînin, da ku rola xwe ya nexşekirina pêşeroja dewleta Sûriyê de biparêze.

 BÊDENGIYA RÛSYAYÊ GIRÊDAYÎ NAKOKIYA MOSKOV Û WASHINGTONÊ YE

Nivîskar û lêkolînerê sûrî Ehmed Dirzî da zanîn ku bêdengiya Rûsyayê li hember planên Enqere bi armanca gelek ajoyan e ku bi wê re xwezaya nakokiya ku Moskov bi Washington û tevahî rojavayan re pêk tîne, eşkere dike. Di heman demê de jî hêzên NATO’yê gihaştina bi rêya gelek aloziyan gihaştin sînorê Rûsyayê. Ehmed Dirzî eşkere kir ku hêmana herî girîng a serketina NATO’yê dorpêçkirina Rûsyayê bi piştevaniya dewleta Tirk re. Ji ber li gel dewleta Tirk gelek kaxizên fişarê li dijî Moskovê hene.

Dirzî wiha domand: "Derfeta gihaştina Moskove li Deryaya Spî bi rêya korîdorên deryayî yan jî hevrikiya wê li Asyaya navîn ku piranî dewletên wê ji neteweyên Tirk in yan jî li hundirê Rûsyayê bi hikumê hebûna kêmneteweyên tirkî yên misliman ku Erdogan mîna sultan an jî xelîfe dibînin, dihêle Moskov bê navber hewl bide dewleta Tirk ji NATO’yê derxe û dorpêç bike. Lê berdêlên van hewldanan li hundirê Sûriyê giran in."

Dirzî diyar kir ku rewşa li Idlibê jî, li benda rêveberiya Amerîkayê ya nû ya bi serkêşiya Bedin e, ji ber helwestên Bedin li dijî Rûsya, dewleta Tirk û Sûriyê ne.

Dirzî eşkere kir ku tê payîn ku dê rêveberiya Amerîkayê dê piştevaniya "musilmanan" ji bo xizmetkirina berjewendiyên xwe, berdewam bibe, nemaze ku demokrsên-amerîkî "şoreşên bihara erebî ra 'Îxwanî' destpê kirin. Dirzî wiha bi dawî kir: "Rêveberiya Amerîkayê vê kaxizê bêyî bihayeke mezin li ser asta çareserkirina siyasî li Sûriyê ji dest xwe nade. Ji ber dihêle Şam ji rêza dewletên dijberî Amerîka derkeve."

(fr)

ANHA