ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07- 12-2020`AN
7 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Beşîr Mele Newaf diyar kir ku erkeke li ser milê hemû aliyên civakê ye ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîş û tevleheviyên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Her wiha bang li rewşenbîran kir ku civakê li ser her xeteriyên heyî hişyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Efrîn a dagirkirî sûcên şer bê navber didomin. Hêzên dagirker di Mijdara borî de 13 girên dîrokî wêran û talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê îşaret pê kir ku pêwîste fermî îtîraf bi Asayîşa Êzidxanê were kirin kir û bang li êzidiyan kir ku li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêniyên navçeya Şedadê bal kişandin ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin: "Rûsya ya garantor bi bêdengiya xwe ji van êrişan berpirsyar e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nûnerekî KNK`ê li Rojava diyar kir ku nakokî û bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin bandoreke neyinî li gelê Kurd dikin, her wiha bang li aliyên ku ketine bin bandora dewleta Tirk kir ku xetên qalind derbas nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên koçber ên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 3 caran ew koçber kirine û gotin, Tirkiyê şerê gelên herêmê, di serî de kurdan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî ku Rêveberiya Xweser rûbereke baş ji bo parêzgeha xwezayî veqetand, li gundewarên Tirbespiyê hin cureyên çûkên ku di bin gefên tunebûn de bûn hatin dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA