'Divê îtîraf bi Asayîşa Êzidxanê were kirin'

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê îşaret pê kir ku pêwîste fermî îtîraf bi Asayîşa Êzidxanê were kirin kir û bang li êzidiyan kir ku li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de dakevin qadan.

'Divê îtîraf bi Asayîşa Êzidxanê were kirin'
7 kanûn, 2020   07:46
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê, Cibêr Şêx Silêman peymana 9`ê Cotmeha derbasbûyî ya têkildarî reveberiya Şengalê ya di navbera PDK`ê û hikumeta Iraqê de  hate mohrkirin şermezar kir û got ku ev peyman xapandin û komployeke nû li dijî Şengalê ye.

Hikumeta Federal a li Bexdayê û Hikumeta Başûrê Kurdistanê di 9'ê Cotmeha derbasbûyî de, têkildarî rêvebirina Şengalê bêyî ku li gelê Şengalê vegerin peyman mohrkirin.

Şêx Silêman bal kişand fermana sala 2014'an a li dijî Şengalê û got "Dema herêma Şengalê 2014`an bi êrişên çeteyan re bi bi rû man, hêzên leşkerî yên hikumetên Iraqê û Başûrê li ku derê bûn? Çima dema ku çeteyên DAIŞ`ê Şengal wêran kir û bi hezaran jin û zarok dîlgirtin  peymaneke wiha mohr nekirin?"

Şêx Silêman diyar kir ku xelkê Şengalê di aliyê leşkerî û sivîl de xwe bi rêve dibin û dikarin Şengalê biparêzin.

Şêx Silêman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ku îtîrafeke fermî bi Asayîşa Êzidxanê were kirin û wiha axaftina xwe domand:"Êdî em gotinên dava nema bawer dikin, wê wekî xapandinê dibînin û divê peymaneke fermî hebe."

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê Şêx Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li êzidiyên cîhanê kir, ku  li dijî peymana li ser Şengalê dakevin qadan, dengên xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wemgqVIA1BE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>