Mele Newaf: Xweparastin ji nan û avê girîngtir e

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku tiştê herî girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin e û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji planên dewleta Tirk ên qirêj, hişyar kir.

Mele Newaf: Xweparastin ji nan û avê girîngtir e
7 kanûn, 2020   02:18
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf  ku ji ANHA'yê re axiv, bingehên dîrokî yên xweparastinê bi bîr xist û got: "Ji dema ku mirovên destpêkê ji Afrîkayê berê xwe da çiyayên Zagrosê, xwe li ser bingeha "xweparastinê" ava kirin da ku xwe ji ajalên hov di şikeftan de biparêzin. Ji lewra, esil û girîngiya xweparastinê vedigere serdema kevirî û heta roja me ya îro jî dewam dike. Xweparastin diyardeyeke mirovî ye."

Mele Newaf destnîşan kir piraniya civakan di dîrokê de rastî qirkirinê hatin û wiha domand: "Di serdemên Sumeran de gelek êş û operasyonên qirkirinê pêk hatin. Da ku ew êş dubare nebin, ji xwe re bingeha xweparastinê bingeh girtin."

PARASTINA HERÎ GIRÎNG, PARASTINA PÎVAN Û NIRXÊN MIROVÎ YE

Mele Newaf tekez kir ku parastina herî bi nirx û girîng, parastina pîvan û nirxên mirovî ye û got: "Heke mirov nikaribin wan nirxan biparêzin, dê nikaribin çand û zimanê xwe jî ji dijmin biparêzin. Civaka ku çand û dîroka xwe naparêze, dê ziman û hebûna xwe jî ji dest bide."

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Mele Newaf li ser gelê Kurd û xweparastinê wiha got: "Ji ber ku çand û dîroka gelê Kurd hate dizîn, îro gelê Kurd di xweparastinê de lawaz e û gihaştiye astekê ku çanda gelên din biparêze û çanda xwe ji bîr bike. Xweparastin û parastina çandê bingeha sereke ya parastina çarenûsa tevahî mirovahiyê ye."

Mele Newaf bang li pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe bispêrin hêza xwe û bi hêza xwe ya xweser, xwe biparêzin.

XWEPARASTIN RIYA RIZGARIYÊ YE

Mele Newaf bal kişand ser destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin û got ew destkeftiyên dîrokî û çarenûsî ne û wiha dewam kir: "Divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên xwe yên bi nirx, biparêzin. Ji ber ku heke xwe û destkeftiyên xwe neparastin, dê vegerin beriya 2011`an."

Mele Newaf her wiha pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji siyasetên dewleta Tirk ên qirêj hişyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dîrokê de û heta niha, tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker beriya ku herêmekê di aliyê leşkerî de dagir bike, di aliyê derûnî û fikirî de dagir dike. Lê belê bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk ne ji aliyê leşker, siyasî ne jî ji aliyê derûnî ve dê nikaribe herêmên me dagir bike."

Mele Newaf bang li her rewşenbîrekî kir ku di vê qonaxa nazik de, gel li ser girîngî û pêdiviya xweparastinê hişyar bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xweparastin ji nan û avê girîngtir e."

(cx)

ANHA