Pasdarên Îranê: Kuştina Fexrîzade bi çekên elektronîk hat kirin

Pasdarên Îranê eşkere kir ku kuştina zanyarê nukleerê Muhsin Fexrîzade bi çeka elektronîk a peykê hat kirin.

Pasdarên Îranê: Kuştina Fexrîzade bi çekên elektronîk hat kirin
6 kanûn, 2020   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Îranê "Erna" li ser zimanê berdevkê Parsadarên Îranê Remedan Şerîf daxuyand ku kuştina Fexrîzade bi çekên elektronîkê yên pêşketî yên û bi peykê pêk hat.

Şerîf wiha got: "Sihyonî baş dizanin ku kiryarên wan ên li dijî Îranê, bê bersiv namînin û ev jî di salên borî de hat sepandin."

Zanyarê nukleerê yê îranî Muhsin Fexrîzade 28'ê Mijdara borî  liTehranê di erebeya xwe de hate kuştin. Cenazeyî wî duşema borî hat veşartin. Îran, Îsraîlê bi kuştina wî tawanbar kir.

(fr)