Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê kir

Şandeya Belçîkayê serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê kir. Şandeyê got ew ji alîgirên projeya demokratîk û rêveberiya xweser a gelên herêmê ye.

Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê kir
Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê kir
Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê kir
Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê kir
6 kanûn, 2020   15:58
QAMIŞLO

Şandeya ji Belçîkayê, îro serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir.

Şandeya ji endamên Parlamentoya Belcîkayê George Dalmani û Philip Fanstatekiste, Gerînendeyê Weqfa Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Kuayin Mastu, Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo pêk tê, ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber Nezîra Gewriyê û Telhet Yûnis ve hate pêşwazîkirin.

Di navbera herdu aliyan de nîqaş çêbûn. Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîra Gewriyê ji ANHA'yê re diyar kir ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê  giştî û herêma Cizîrê bi taybet di aliyên ewlehî, aborî û xizmetguzarî de hatin nîqaşkirin.

Nezîra got, şandeyê piştgiriya xwe ji projeya demokratîk a herêmê û rêveberiya xweser a gelan nîşan da û diyar kir ku ew ê ji bo piştgiriya herêmê di aliyê siyasî û aborî  de bixeibte û destekê pêşkêş bike.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîa Gewriyê da zanîn ku şande di serdanên xwe yên asayî de rewşa herêmê ji destpêka damezirandina rêveberiya xweser dişopîne û wiha got: "Ew pêşketinên li herêmê dişopînin, peywendiyên wan ên dayîm bi nûnerên gelên herêmê re hene û rêbazên pişgiriya Rêveberiya Xweser nîqaş dikin."

ANHA