​​​​​​​Koçberên ji Girê Spî: Dewleta Tirk li her deverê êrişî kurdan dike

Jinên koçber ên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 3 caran ew koçber kirine û gotin, Tirkiyê şerê gelên herêmê, di serî de kurdan dike.

​​​​​​​Koçberên ji Girê Spî: Dewleta Tirk li her deverê êrişî kurdan dike
7 kanûn, 2020   05:21
KOBANÊ

Artêşa Tirk li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine sûcên dermirovî û guhertina demografî didomîne.

Jinên ji kantona Girê Spî yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê koçberî bûne, behsa sûcên dagirkeran ên li dijî sivîlên herêmê ji dizî, talankirin û koçberkirina  niştecihên resen kirin.

Munîra Xelef Derwîş got ku dewleta Tirk ew koçber kirin û li her deverî dijberiya kurdan dike.

Munîra Xelef Derwîş Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan rexne kirin û got ku wan rê daye Erdogan ku pîvanên navneteweyî bin pê bike û xaka dewletên din dagir bike. Munîra Xelef Derwîş da zanîn ku şêniyên herêmê bi hezaran şehîd dane û di oxira rizgarkirina herêmê ji dewleta Tirk û çeteyên wê wê hîna şehîdan bide.

Aqîsa Mehmûd jî axivî û ev yek destnîşan kir:"Tirkiye herêmên me dagir kir û em koçber kir û komên çete yên girêdayî wê mal û milkên me talan kirin û dizîn."

Meha Mistefa îşaret pê kir ku ji ber kiryarên dewleta Tirk ew gelek caran jî warê xwe koçber bûne û wiha domand: "Cara yekem ji ber Artêşa Azad a ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike em koçber bûn, cara duyemîn ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê bû ku ew jî dewleta Tirk piştgiriya wan dike û cara dawî rasterast Tirkiye û çeteyên xwe êrişî Girê Spî kir, mal û milkên giştî û taybet wêran kirin û em neçar man koçber bibin."

Artêşa Tirk di nava bêdengiyeke navneteweyî de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0SggP7hzwac" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>