Dîwarên qehwexaneya Kewê ya Amûdê çîrokên bav û bapîran parastine

Qehwexaneya Kewê ya li navçeya Amûdê ji şûnwarên bajêr ên navdar e, şêweyê xwe yê mîmarî yê kevn parastiye, bûye şahidê dîroka bajêr û şêniyên wê. Mêr bi mebesta dema xwe lê bikujin û başbûna derûniyê berê xwe didinê.

Dîwarên qehwexaneya Kewê ya Amûdê çîrokên bav û bapîran parastine
6 kanûn, 2020   09:08
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dema mirov di kolana sûkê navçeya Amûdê re derbas dibe, çavên her kesî li avahiya kevn a ji herî, text, deriyê hesinî û pencereyên textî yên biçûk dikevin. Lê belê bi nêzbûna zêde re, jiyaneke xweş li cihekî biçûk dibîne. Her wiha bi dehan mêr dema xwe axaftinên bi hev re derbas dikin. Ew cih jî qehwexaneya Kewê ye.

Mêr û piranî mirovên mezin berê xwe didin qehwexaneyê û bi kaxizan dilîzin, ça û qehweyê vedixwin û li gel wê jî nîqaşan ji xwe re vedikin.

Qehwexaneya bi navê Kewê navdar e, ji qehwexaneyên gelêrî yê mîrasî ye, li gel wê jî ji şûnwarên herî kevn ên li bajêr e. Dîroka avakirina qehwexaneyê heta 1954’an diçe, Mihemed Kewê ava kir. Mihemed Kewê, dema ku kurê wî yê bi navê 6 salî bû, qehwexane da wî û ji dehan sal ve çavdêriya wê dike.

Abdulqadir Kewê formê mîmarî  avahiya qehwexaneyê ya ji herî û text hatiye çêkirin, parast. Da ku ew form bibe şahidê gelek bûyer û çîrokên di ser bajêr re derbas bûne.

Abdulqadir Kewê da zanîn ku dema bavê wî qehwexane lêkir, tenê du cihên biçûk ên ji herî û text bûn. Piştre mêvanên qehwexaneyê zêde bûn û bi wê re di salên 90’î de mîmara wê hat firehkirin. Bavê Abdulqadir ax ji girê Şermola dianî, da ku heriyê çêke.

KEWÊ MAMOSTEYEKE MÎRASÎ Û ŞAHIDÊ GELEK ÇÎROK Û BÛYERAN E

Ji dema avakirina qehwexane û heta niha ve tu tişt jê nehatiye guhartin û bêhna dîroka borî, ça û qehweyê jê difiroşin. Dîwarên wê bûn sindoqa parastina çîrok û nepeniyên bav û bapîran.

Abdulqadir diyar kir ku êdî qehwexaneya Kewê ji bo şêniyên Amûdê cihê hevdîtinê ye û nîqaşên li ser dîrokê ye.

Der barê vexwarinên ku berê û heta niha jî li qehwexaneyên hene de, Abdulqadir Kewê wiha got: "Heta niha ça, qehwe û nescaffe tê pêşkêşkirin, her wiha cihê rûniştina mêvanan di havîn û zivistanê de tê guhartin. Di havîn de cihê rûniştinê li parka qehwexaneyê ye û di zivistanê de ode heye. Mase û kursiyên biçûk ên ji text hatine çêkirin hatin raxistin, lê niha ji hesin in."

'ÊDÎ QEHWEXANE JI ME Û MÊVANAN RE MAL E'

Abdulqadir di dirêjahiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Piranî kesên tên qehwexaneyê, mêvanên kevn in û rojane tên. Rûniştina li qehwexaneyê li gorî hinan ji bav û bapîrên wan de maye. Di hin caran de dema derê qehwexaneyê girtî be, şênî bi xwe vedikin."

Abdulqadir bi lêv kir ku ew bi awayekî şoq bi bêhna dîwarên qehwexaneyê ve girêdayî ye û wiha eşkere kir: "Ez pir girêdayî mêvan û qehwexaneyê bûme, di roja ku yek neyê, yekser lê dipirsim. Ji ber êdî qehwexane bûye mala me û mêvanên wê."

Mêvanekî qehwexaneyê yê bi navê Hisên Kurdî (60) got gelek nifş çûn û hatin vê qehwexaneyê û wiha  bi dawî kir: "Em mezinên Amûdê li qehwexaneya Kewê li hev dicivin. Yan bi kaxizan dilîzin an jî çîrokan vedibêjin. Dema ji mala xwe derdikevin, berê me li qehwexaneyê ye û dema yek tune be, giştî lê sedema nehatine dipirsin."

(fr)

ANHA