​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin

Ji bo winda nebe, hin jinên ji Kobanê pîşeya kevin a folklorî diparêzin û tê de afrîneriyê bi pêş dixin da ku xweşikbûna folklora Kurd.

​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
​​​​​​​Ji bo neyê windakirin; hin jinên Kobanê pîşeya folklorî diparêzin
6 kanûn, 2020   08:08
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Li Kobanê hê jî hin jin hene kevneşopî û pîşeya mîrasî ya folklorî ya kevin diparêzin û bi kar tînin. Her wiha li gel pêşdeçûna rêbazên endustiriya nûjen, jinên Kobanê pişta xwe didin karê destan.

Gelek pîşeyên folklorî yên kevn hene ku tê de jinên Kurd di dema borî tê de navdar bûn û xebata li ser wan dikirin. Ji wan pîşeyan jî; bikaranîna sûq, tevn, rês, aşê destan, çêkirina hirî, nanê sêlê û çêkirina malişa pûşî bi destan. Lê belê bi pêşketina endustiriya nûjen re, ev pîşe hêdî hêdî hat windakirin. Lê hin jin bi rêya bikaranînê xebata parastina wê dikin.

Conî yan jî sûqî, kevirekî mezin e ku hatiye kolandin, da ku tê de genim bê kutan û were qeşartin û li dawiyê dan derkeve. Ev jî ji alavên herî kevn e û heta roja îro bi kar tê, li Kobanê û gelek gundewarên wê hene.

Ji jinên Kobanê ku hê jî sûqî di mala xwe diparêze, jina bi navê Zelîxe Oso ye û wiha got: "Em piştî genim dişon, bi rêya sûqî û çakûçê wê dikutin, da ku piştre bikin şîva şorbeya dewî."

Zelîxe Oso wiha domand: "3 sûqî li gund hene, jinên gund ji bo kutandina genim bi kar tînin, em genima qeşartî ji dikanan nakirin. Ji ber ê sûqê ku bi destan çêdibe, baştir e."

Li gel Zehra Yûsiv Bakîr ji 25 salan ve destarekî destan heye û pir kêm ev alava kevin li malên niha tê dîtin. Zehra Yûsiv wiha pê de çû: "Destara destan a bavê min bû û ji kevn de jî li gel bavê min hebû. Min ji bavê xwest ku genim, nîsk û savar bihêrim."

TEVN, PÎŞEYEKÎ KEVN E KU JINÊN KURD PARASTINA WÊ DIKIN Û TÊ DE AFRÎNER IN

Çêkirina xalîçe ji pîşeya kevn e, ev pîşe di vê demê de li gel şêniyan tune ye, ji ber ku xalîçeyên ku kargeh çêdikin hene.

Xanim Fadil Mistefa bi rêya tevnê xalîçeyan çêdike û vê pîşeyê ji nêzî 60 salî ve bi kar tîne û wiha got: "Ez ji 10 saliya xwe ve fêrî vê pîşeyê bûme û parastina vê pîşeyê dikim."

Xanim Fadil Mistefa (75) wiha domand: "Ez xalîçeyan ji malbat û xizmên xwe re çêdikim. Her kesê ji min dixwaze, jê re çêdikim. Çêkirina xalîçeyan ji 10 heta 15 rojan diçe, ew jî li gorî mezinahiya xalîçe û cureya wê."

Ji xalîçeyên herî navdar ên ku Xanim Fadil Mistefa çêdike; Aşqelî, Hecal, Jîn Darik, Jînî Dernexon.

Alav û pêdiviyên bikaranîna jinan a çêkirina xalîçeyan wiha ne; pijik, befiş, masûr, tevn, darpişt, hepî, dargûr û şivik.

Şadiya Mihemed Xidir ji 10 saliya xwe ve pîşeya rêsandina hiriyê dike û wiha diyar kir: "Ez vê pîşeyê ji berê de bi kar tînim û hê jî berdewam e."

Şadiya Mihemed Xidir da zanîn pîşeya rêsandina hiriyê, pir baş e û cilan ji zarokên xwe re çêdike û gelek tiştên din ên malê çêdike.

NANÊ SÊLÊ DÎROKA JINA KURD A KEVNARE VEDIBÊJE

Salihe Osê bi rêya berdewamkirina çêkirina nanê sêlê, parastina mîras û dîroka jina Kurd dike. Her wiha jinan berê nan her sibehê çêdikir, da ku ji malbata xwe re nan peyda bike. Ji ber firne tune bûn, ew jî bi nanê sêlê tê nasîn. Salihe Osê destnîşan kir ku jinek bi tenê nikare nan çêke, ji lew du jin nanê sêlê çêdikin.

'DIVÊ MÎRASA KEVN BÊ PARASTIN, DA KU NEYÊ WINDAKIRIN'

Zehra Hebeş (75) a ku malişa pûşî ya destan ji 20 salan ve çêdike, diyar kir ku ji biçûkaniya xwe de fêrî vê pîşeyê bûye û ew jî pîşeyekî mîrasî ya kevn e û di nava civaka Kurd li ber windabûnê ye.

Zehra Hebeş behsa çawaniya çêkirina malişa pûşî dike û wiha got: "Ez pûş ji kokê ve paqij dikim û piştre heta bi rojekê dixim bin cawekî şil, piştre girê didim û didirûm."

Zehra Hebeş da zanîn ku ev pîşeyekî dijwar û kevn e û ew heta niha parastî ye û got divê civaka Kurd bi tevahî mîrasa xwe biparêze.

Li aliyekî din jî Hindirîn Silêman li ser ristinê axivî û diyar kir ku ew pîşeyekî kevn e û berê jinên Kurd tayên hirî diristin û amade dikirin, da ku xalîçe yan jî cilên hirî çêkin.

(fr)

ANHA