​​​​​​​Îlham Ehmed: Komîteya şopandinê plana pêkanîna biryarên kongreya MSD`ê danî

Îlham Ehmed got komîteya şopandina biryarên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê plannameyeke xebatê danî.

​​​​​​​Îlham Ehmed: Komîteya şopandinê plana pêkanîna biryarên kongreya MSD`ê danî
6 kanûn, 2020   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re de, behsa plan û makenîzmeya xebatên komîteya şopandina biryarên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê ku 25`ê Mijdara borî hatibû lidarxistin, kir.

'DESTPÊKÊ RÊVEBEEIYA XWESER JI PÊKANÎNA BIRYARAN BERPIRSIYAR E'

Îlham Ehmed got: "Komîteya şopandinê civîna xwe ya yekemîn li dar xist û plana pêkanîna biryaran danî. Di radeya yekê de, Rêveberiya Xweser ji pêkanîna wan biryaran berpirsiyar e."

Komîteya Şopandinê ku di kongeryê de hatibû avakirin civîna xwe ya yekemîn di 30`ê Mijdara borî de li dar xist. Di civînê de 3 komîte hatin avakirin, erka wan çavdêriya xebatên komîte û desteyên Rêveberiya Xweser e.

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe diyar kir ku dê Rêveberiya Xweser biryarên ku ji kongreyê derketine bi hemû date û pêdiviyên wê nîqaş bike, altirnatîfan pêşniyar bike û piştre dest bi pêkanîna wan biryaran bike.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku hin biryarên wekî yên girêdayî hêzên ewlekariyê, gumrik û hwd, wê di demeke kin de pêk bên, hin biryar jî hene wekî hilbijartin, amadekariyên wê û xebata ji nû ve sazkirinê, wê pêkanîna wan demeke dirêj bixwaze.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Sûriya Demokratîk di 25`ê Mijdara borî de Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xistibû. Zêdetirî 300 kesayetên ji seranserê herêmên Sûriyê beşdarî kongreyê bûbûn. Kongre piştî lidarxistina 13 panelan li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca naskirina nêrînên aliyên siyasî û şêniyan li ser Rêveberiya Xweser û pêwîstiyên herêmê, pêk hat.

(cx)

ANHA