Meclisa Sivîl a Dêrozaê qedexeya derketinê ya giştî li bajarokê Hecînê ferz kir

Li gorî pêşniyara Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Gel a Hecînê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi biryarnameyekê qedexeya derketinê ya giştî li bajarokê Hecîn ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê feriz kir.

Meclisa Sivîl a Dêrozaê qedexeya derketinê ya giştî li bajarokê Hecînê ferz kir
Meclisa Sivîl a Dêrozaê qedexeya derketinê ya giştî li bajarokê Hecînê ferz kir
Meclisa Sivîl a Dêrozaê qedexeya derketinê ya giştî li bajarokê Hecînê ferz kir
5 kanûn, 2020   11:04
DÊRAZOR

Li gorî biryarnameya meclisê, qedexeya giştî ji îro ve dest pê dike û heta 15`ê vê mehê dewam dike. Li gorî wê, dê cihên giştî, dikanên bazirganiyê û pîşesaziyê, sûk û cihên olî bên girtin û xebatên hemû saziyên sivîl ên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bên rawestandin.

Navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, dermanxane û saziyên ku pêwîste karê wan berdewam bike, navkevin nava biryarê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çavdêriya pêkanîna qedexeyê dikin.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Gel a Hecînê jî bang li şêniyan kir ku pîvanên giştî yên tenduristiyê û pîvanên dûrbûna civakî pêk bînin û lepik û maskên tenduristiyê li xwe bikin da ku vîrus di nava wan de belav nebe.

Ji bo peydakirina pêdiviyên rojane yên şêniyan û bi taybetî nan, dê endamên meclisên taxa nan li şêniyan belav bikin da ku qerebalix li pêş firnan çênebe.

(cx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QcwIUmiGzGU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>