Artêşa dagirker û polîsên Rûsya ji bo meşandina dewriyeyên xwe rêyeke nû vekirin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di dema dewriyeyên berê de mesafeya ketina erdên Rojava zêde kir, hêzên artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li gundewarê navçeya Dirbêsiyê rêyeke nû vekirin.

Artêşa dagirker û polîsên Rûsya ji bo meşandina dewriyeyên xwe rêyeke nû vekirin
5 kanûn, 2020   12:03
HESEKÊ

Îro, hêzên dewleta Tirk a dagirker tevî 4 panzêrên Rûsya dîwarê çemento ji pêşiya dergehê Xerzê yê sînorî rakirin û rê ji sînorên Sûriyê-Tirkiyê heta rêya giştî ya li nava xaka Rojava vekirin.

Çavkaniyên leşkerî ji nûçegihanên me re diyar kirin vekirina deriyekî nû ji bo meşandina dewriyeyên hevbeş yên Rûsya-Tirkiyê di dema pêş de, pêk hat.

Rêya nû li gundê Xerzê yê girêdayî navçeya Amûdê (14 km li rojhilatê Dirbêsiyê) ye û tenê 10 m ji rêya giştî ku di herêmê re derbas dibe dûr e. Ew yek bi çavdêriya hejmareke efser û leşkerên dagirkeriya Tirk pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dergeha gundê Xerzê yê sînorî bi destpêkirina peymana Soçî re vekirî bû, lê belê hêzên artêşa Tirk a dagirker di dergeha gundê Şêrik ê sînorî û carna jî di dergeha El-Erade yê di navbera gundên Qermane û Çetlê yên rojavayê Dirbêsiyê re, derbasî xaka Rojava dibûn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q67Csz263nE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>