Gelê Lîbyayê li benda encamên civîna yekemîn a diyalogên siyasî ye

Gelê Lîbyayê pîşbîn dike, ku îro kesên li Tunisê beşdarî diyalogên siyasî ya Lîbyayê bûne, dê mekanîzmeya têkildarî avakirina desthilata rêveber a nû diyar bikin û dê di qonaxa bê de serokê welatên xwe hilbijêrin.

Gelê Lîbyayê li benda encamên civîna yekemîn a diyalogên siyasî ye
5 kanûn, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

75 endamên ku beşdarî diyalogên siyasî ya lîbyayê bûne, bi rêya telefonê û e-mail, li ser mekanîzmeyekê ji 10 mekanîzmeyên ku şandeya navneteweyî pêşniyar kiribû, dengê xwe dan. Li gorî mekanîzmeyê wê meclisa serokatî û serokatiya hikumetê, werin hilbijartin.

Tê payîn ku şandeya navneteweyî îro encamên dengdayîna gera yekemîn a diyalogên Lîbyayê eşkere bike û bi rêya civîna onlinê dê nîqaşa gavên demên pêş nîqaş bikin.

Li gorî Erebiyê ragihand çavkaniyên nêzî diyalogan piştrast kir, ku hin beşdaran dengên xwe dan mekanîzmeya duyem û sêyem, her du mekanîzme jî li gorî kota herêmê valahiyên di rêveberiyê de dadgire.

Çavkaniyên nêzî diyalogan diyar kir ku beşdar herî zêde mekanîzmeya duyemîn hildibijêrin û dengê xwe didin çalakgerê siyasî û fînasmanê El-Misratî Ebdulhemîd El-Debîbê yê  ji herêma Mexribê û dixwazin bibe serokê hikumeta bê be. Her wiha dixwazin şêwirmend û serokê dadgeha Istinafê Abdulcewad El-Ubeydî yê ji herêma rojhilat bibe serokê meclisa serokatiyê.

Li hemberî vê yekê kesên destekê didin mekanîzmeya sêyemîn jî, ew kesên ku destekê didin wezîrê  hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaxa û dixwazin bibe serokê hikumetê û Eqîla Salih jî bibe serokê meclisa serokatiyê.

(eh)