Li girtîgeha Bolûyê, zulma gardiyanên dewleta Tirk li dijî girtiyan

Li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Bolûyê yê Tirkiyê, gardiyayên dewleta Tirk dema girtî dibin hevdîtinên bi malbat û parêzeran re li wan didin û bi erdên re kaş dikin û dibin.

Li girtîgeha Bolûyê, zulma gardiyanên dewleta Tirk li dijî girtiyan
5 kanûn, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, xwişka Latîf Mollaahmetoglû yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne Dîlan Mollaahmetoglû, diyar kir ku wê di 2’yê kanûnê de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got: “Dema ku girtiyan dibin hevdîtinên parêzer û telefonê, bi erdê re kaş dikin û dibin. Ji ber ku girtiyan di dema pandemiyê de, li dijî binpêkirinên mafan li deriyan xistin û dirûşme berz kirin, vê nêzîkatiyê li girtiyan dikin.”

Mollaahmetoglû, qala pirsgirêkên di girtîgehê de tên jiyîn kir û got: “Di hevdîtina herî dawî ya meha Mijdarî de, min şahidiya êşkenceya li girtiyan tê kirin, kir. Birayê min bi erdê re kaş kirin û anîn hevdîtinê. Berî ku hevdîtina me xelas bibe jî, gardiyan ketin hundirê kabîneya hevdîtinê û cardin bi erdê re kaş kirin û birin. Ev pêkanîn, hem ji bo me û hem jî ji bo girtiyan êşkenceya herî mezin e. Em li pişt camê bûn, li ber çavê min li birayê min dan, êşkenceya lê hat kirin. Birayê min û girtiyên din li dijî vê pêkanînê li ber xwe dan. Lê ev nêzîkatiya xirab hîn jî dewam dike.”

Mollaahmetoglû, destnîşan kir ku wan bihîstiye ku gardiyen û xebatkarên kantî yên girtîgehê bi vîrusê ketine û wiha anî ziman: “Birayê min di peywendiya telefonê de ji min re got, ji ber ku gardiyen bi vîrusê ketine, kar û xebata di girtîgehê de rawestiyaye. Kesên ku cezayên wan bi dawî bûne jî, di dema derketinê de pirsgirêkên cîdî dijîn.”

(cx)