Girtiyên çalakiya gireva birçîbûnê banga xurtkirina piştevaniyê kirin

Girtiyên jin ên di girtîgehên Bakirkoy, Avşîn û Rihayê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, ji 27`ê Mijdarê û vir ve ketine gireva birçîbûnê. Girtiyan banga xurtkirina piştevaniya gireva birçîbûnê kirin.

Girtiyên çalakiya gireva birçîbûnê banga xurtkirina piştevaniyê kirin
5 kanûn, 2020   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan were rakirin li zîndanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 27'ê Mijdarê dane destpêkirin di roja heştan de didome. Girtiyên jin ên ku pêşengiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin bi rêya telefonê peyam dan.

Di peyamê de ku li ser navê Sevda Yeşîlkaya, Hazîne Alçi, Dîlan Turan û Eylem Ozer hate dayîn, salvegera damezirandinê ya PKK'ê hate pîrozkirin, bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku ji bo şikandina tecrîdê berxwedan were geşkirin.

Girtiyên jin diyar kirin wan bi giyanê yek ji fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager ev berxwedan dane destpêkirin û xwestin ku tecrîda girankirî ku bi salan e li ser rêber Ocalan didome bi lez were rakirin.

Girtiyan bi bîr xistin ku 2018'an bi vê armancê ew ketine gireva birçîbûnê û çalakiya wan encam daye û gotin ''Em hazir in ku ji bo rêber Ocalan her tiştî bikin, morala me pir geş e.''

Girtiyên jin gotin girtiyên ku hazir in dest bi gireva birçîbûnê bikin bi kelecaneke mezin in û ev bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kirin: "Li dijî tecrîda li Îmraliyê divê her kes rabe ser piyan, ji ber ku rêber Ocalan ne tenê yê gelê Kurd e, rêberê hemû gelan e. Ev banga me bi taybetî ji bo ciwanan û jinan e.''