NY pêşbîn dike ku di sala 2021`an de aloziyeke mirovahî ya mezin rû bide

Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşbîn dike ku  sala 2021`ê  dê bobelat be û dê hejmara kesên ji birçîna bimirin pir bilind be.

NY  pêşbîn dike ku di sala 2021`an de aloziyeke mirovahî ya mezin rû bide
5 kanûn, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêveber ê Bernameya Xwarina Cîhanî ya NY`ê David Beasley, di civîneke Civaka Giştî ya NY`yê de ku taybet bi têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê bû, got ku ji beriya 75 salan ve cîhan rastî xeteriyeke wiha nehatiye û dê sala 2021`ê mezintirîn aloziya mirovahî rû bide.

Her wiha David Beaasley destnîşan kir, ji ber şerê 4 salên derbasbûyî, hejmara kesên ji birçîna jiyana xwe ji dest dan zêde bû, ji 80 milyonî bû 135 milyon. Di heman demê de ji ber koronayê hejmara wan gihaşt 270 milyon kesî.

Beaasley da zanîn ku heke bikarin peran kom bikin, dê civaka navneteweyî aloziya mirovahiya derbas bike.

(eh)