Rojnameyên erebî: Siyaseta Amerîkayê ya bê li Sûriyê hîna ne zelal e

Rojnameyên erebî yên îro behsa siyaseta Biden a muhtemel li Sûriyê, kuştin Refîq Herîrî û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî: Siyaseta Amerîkayê ya bê li Sûriyê hîna ne zelal e
5 kanûn, 2020   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

GELO DÊ SIYASETA OBAMA YA BINKEFTÎ LI SÛRIYÊ, PLANÊN RÊVEBERIYA BIDEN ASTENG BIKE?

Destpêkê girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Di hevpeyvîneke kevin de, namzetê ji bo peywira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden de Anthony Blinken îtiraf kir ku siyaseta rêveberiya serokê berê Barack Obama ya li Sûriyê binkeftî bû.”

Li gorî nûçegihanê ewlehiya netewî yê kovara “The National Interest” a amerîkî Marc Epscopus diyar kir ku Blinken ku dîplomatekî pispor û berpirsekî mezin ê ewlehiya netewî di rêveberiya Obama de bû, bersivên zelal nade.

Epscopus dibîne ku Blinken ji encamê ne razî ye, lê belê ew ji stratejiya sereke ya rêveberiya Obama razî ye ku zexta navneteweyî û leşkerî ji bo xistina Beşar Esed ji peywirê zêde kir û di dawiya 2015`an de piştgirî da guhertina rejimê li Sûriyê.

Piştî 5 salan, berpirsên siyaseta derve ya Washingtonê îtiraf dikin xebatekî siyasî yê zelal ji bo xistina Esed tune ye. Her wiha xuya ye ku siyaseta derve ya rêveberiya Amerîkayê ya bê, wê zêde girîngiyê nede şerê Sûriyê.

ROJNIVÎSÊN EMRO MÛSA: LI PIŞT DÛRXISTINA REFÎQ HERÎRÎ HESABÊN HERÊMÎ HEBÛN

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Sekerterê Giştî yê berê yê Komkara Erebî Emro Mûsa di rojnivîsên xwe de ku dê demeke nêz de derkevin û dê ‘Şerq El-Ewsat’ jî navaroka wan ji îro ve belav bike, behsa 10 salên bi bûyeran dagirtî (2001-2011) li welatên Ereban dike. Li gorî Mûsa li pişt dûrxistina Refîq Herîrî hesabên herêmî hebûn.”

  ‘HELDANÊN TIRKIYE YÊN TÊKBIRINA HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ LI LÎBYAYÊ HENE’

Rojnameya El-Beyan jî girêdayî rewşa Lîbyayê wiha got: “Di demekê de ku gelê Lîbyayê hêvî dike ku bigihin çareseriyeke siyasî, dewleta Tirk bi rêya dûvikên xwe yên hundirîn û derve hewl dide hemû hewldanên çareseriyê, pêkanîna lihevhatina nîştimanî û yekkirina saziyên dewletê, têk bibe.”

Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk belavkirin hêz û çeteyên xwe li rojavayê Lîbyayê dewam dike. Hefteya borî bi dehan rêwîtiyên balafirên bar ên leşkerî ber bi baregeha El-Wetiyê ya li ser sînor ve, hatin belgekirin. Berpirsekî hêzên çekdar ên Lîbyayê lîwa Xalid Mehcûb diyar kir ku Erdogan çeteyên xwe vedigerîne Lîbyayê û destnîşan kir ku Enqere naxwaze ku gelê Lîbyayê bibe yek û di aramiyê de bijî. Her wiha tekez kir ku ne gelê Lîbyayê, ne jî cîhan dê rê bidin ku Lîbya bikeve destê Erdogan û Îxwanan.

(cx)