Koçerên Efrînê bang li PDK'ê kirin ku dest ji dijmantiya kurdan berde

Koçberên kantona Efrîn a dagirkirî bang li PDK'ê kir ku xeta siyaseta xwe ya dijmantiya doza kurdan biguhere û xwe ji dewleta Tirk qut bike.

Koçerên Efrînê bang li PDK'ê kirin ku dest ji dijmantiya kurdan berde
5 kanûn, 2020   07:15
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Bertekên gel li dijî siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku piştgirî dide AKP'ê da ku êrişên Herêmên Parastinê yên Medyayê bike û her wiha ji bo têkbirina rêveberiya Şengalê peyman bi hikumeta Bexdayê re îmze kirine, zêde dibin.

Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne, bang li PDK'ê kirin ku dest ji van siyasetan berde.

Bêrîvan Seydo got: " PDK'ê siyaseta dijmantiya gelê Kurd didomîne. Piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker da ku êrişî Heftanînê bike û hêzên xwe li wê herêmê bi cih bike. Her wiha tevgera dagirekran a di nava axa xwe de hêsan dike û tevgera gerîla ya li çiyayan asteng dike."

Bêrîvan Seydo bal kişand li ser peymana di navbera PDK û hikumeta Bexdayê de ya têkildarî rêvebirina Şengalê û destnîşan kir ku armanca vê peymanê şikandina vîn û berxwedana xelkê Şengalê ye. Bêrîvan Seydo got: "Em siyaset dizmeta doza Kurd nake."

Mihemed Îbiş jî ji aliyê xwe ve, bang li PDK'ê kir ku xeta xwe biguhere

Jina Êzidî Fula Şakiro êşa ku PDK'ê ji gelê Şengalê re çêkiriye, bi bîr anî. Her wiha behsa peymana der barê Şengalê de hatiye îmze kir û got:" PDK'ê yê yekem bû ku Şengal radestî DAIŞ'ê kiriye û hewal dide ku peymanek pêk bîne da ku destkeftiyên êzidiyan têk bibe."

Fula Şakiro got: "Bi berxwedana şengaliyan dê peymanê têk biçe."

(dm)

ANHA