Li herêmên ku bi dehan salan hatibûn paşguhkirin pîşesazî pêş dikeve

Tevî gelek astengiyan jî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê pêşesaziyê de pêşketineke ber bi çav heye. Gelek derfetên kar ji karkeran re hatin peydakirin û pêwîstiya herêmê ji berhemdariya kargeh û werşeyên kar, tê dabînkirin.

3 kanûn, 2020   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîşesazî ji hêmanên sereke yên aboriyê ye. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di du aliyan de kêmasî hene, ya yekemîn kêmbûna pisportiyê ye, ya duyemîn jî tunebûna piştigriya pêwîst ji bo pêşxistina qada pîşesazî ye.

Di 5 salên dawîn de, li herêmê zêdetirî 500 kargeh, werşe û navendên pîşesaziyê hatin vekirin.

Bi wê yekê re qada pîşesaziyê li herêmê pêş ket û pêwîstiya wê ji madeyên xwarinê, cil û madeyên din hate peydakirin.

'ASTENGIYÊN SEREKE'

Astengiyên sereke di qada pîşesaziyê de, qedexekirina derbasbûna madeyên sereke ku dikevin nava çêkirina hin tiştan. Her wiha li her bajarekî li hemberî pêşketina vê qadê hin astengiyên cur bi cur derdikevin.

Têkildarî mijarê, pîşesazekî ku li kargeha çêkirina derî û pencereyan ya li bajarê Kobanê dixebite yê bi navê Mihemed Mistefa diyar kir ku kelûpel ji derve ji wan re tên û bi dehan werşeyên çêkirina derî û pencereyan hene û wiha got: “Ev kar dikeve xizmeta gel, lê belê di anîna madeyan ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser de em gelek astengiyan dikişînin.”

Li gorî hin pîşesazan, li Kobanê ku hem hejmara karkeran kêm e, hem pisportî tine ye, hem jî aliyên têkildar piştgiriya pêwîst pêşkêş nakin.

Ehmed Xelîl ku li Kargeha Betariyan dixebite jî wiha axivî: “Karê li kargehê wekî hemû hilberînin Ewropayê dimeşe, cudahiyeke mezin di navbera wan de tune ye, lê belê hejmara karkeran û pisportiya wan kêm e."

Li Kobanê bi dehan werşe û kargehên taybet bi cilan, çêkirina sarincan û betariyên kehrebê hene. Kargehên din ên çêkirina pêlav û madeyên paqijiyê hene. Li wir 14 werşeyên dirûnê hene ku niha tenê 4 ji wan di xizmetê de ne. Her wiha 2 kargehên çêkirina solan, 2 kargehên çêkirina lastîkên erebeyan, 3 kargehên madeyên paqijiyê, 2 kargehên çêkirina sarincan û hin werşeyên biçûk hene.

ꞌDERFETÊN KAR ZÊDETIR KIR Û HILBERÎN BAŞTIR KIRꞌ

Tevî astengiyên di qada pîşesaziyê de jî, lê belê gelek xebat hatin pêşxistin, derfetên kar zêde bûn, rewşa jiyanî ya şêniyan baştir bû, her wiha hilberînên baş li sûkan hatin firotin.

Li bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo, bi vekirina kargehan re derfetên kar ji bo sedan karkeran re hatin peydakirin.

Karkerên ku li kargeha çêkirina torbeyên naylon û kartolan û kargeha nîskan dixebitin mehane nêzî 200 hezar lîreyên Sûriyê distînin.

Bi van kargehan pêwîstiyê şêniyên herêmê bi cih tên. Di vê mewsimê de kargeha Roj a nîskan hezar û 500 ton nîskên reş hilberand û li sûkên herêmê belav kir. Kargeh rojane 6 ton nîsk û mehan 160-170 ton nîskên sor hildiberîne.

Her wiha kargeh tevahiya madeyên zimhêrê wekî şekir, birinc, safar, nok û nîskan dixe turban.

Bi van gavan re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema xwetêrkirinê bi cih tê û qada pîşesaziyê pêş dikeve.

 (eh)

ANHA