​​​​​​​Îdia: Heye DYA Hûsiyan bixe nav lîsteya terorê

Çavkaniyên amerîkî ji rojnameya Washington Post re daxuyand, dibe ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di demeke nêz ji vê hefteyê de ragihîne ku Hûsî rêxistineke terorî ye.

​​​​​​​Îdia: Heye DYA Hûsiyan bixe nav lîsteya terorê
3 kanûn, 2020   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî heman çavkanî, Pompeo destwerdanên dawîn ên ragihandina hûsiyan ku rêxistineke terorî ya biyanî ye, dike.

Washington Post diyar kir ku ragihandina hûsiyan ku komeke terorî ye, di çarçoveya siyaseta fişarkirinê de ya ku rêveberiya serok Donlad Trump di danûstandina bi Îranê re pêk aniye, pêk tê, li gel wê jî dê di çend rojên bê de cezayên dîtir ên muhtemel li ser Îranê werin ferzkirin.

(fr)