Rojnameyên Erebî: Şamê û çeteyên "Tehrîr El-Şam" lihev kirin

Rojnameyên Erebî yên îro der barê lihevhatina di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên Tehrîr El-Şam, her wiha lihevhatina Qeter û Siûdiyê û hin mijarên din nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Şamê û çeteyên "Tehrîr El-Şam" lihev kirin
3 kanûn, 2020   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

'ŞAMÊ Û ÇETEYÊN 'TEHRÎR EL-ŞAM' JI BO VEKIRINA DERIYÊN SÎNOR LIHEV KIRIN'

Der barê  mijarê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Rejîma Sûriyê amadekariyan dike ku deriyê sînor yê Seraqibê veke, der barê mijarê de bi Tehrîr El-Şam re lihev kiriye ku nîvê qada parêzgeha Idlibê di bin destên wê de ye, rejîm hewl dide tevgera bazirganiyê li herêmê geş dike."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Rejîma Sûriyê di nava aloziyeke diravî û aborî de ye, dixwaze bi van lihevhatinên bi opozisyonê re, xwe li cezayên Amarîkayê bide alî û rewşa jiyanî hinekî baştir bike, ji ber ku li herêmên rejîmê nîşanên şoreşa birçînê dikin, ji ber pêdiviyên sereke kêm in.

 Rojnameyê li ser zimanê çalakvanên nêzî çeteyên Tehrîr El-Şam nivîsî: "Biryara vekirina deriyê sînor yê Seraqibê encama rêze civînên di navbera nûnerên rejîmê û Rûsan û Tehrîr El-Şam de pêk hat, Tirkiyê jî ne dûrî wê bû."

`JI BO MÛÇEYÊN KARMENDÊN XWE BIDE HIKÛMETA KURDISTANÊ PEREYAN DEYIN DIKE`

Der barê mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê biryar da ku 205 milyonan deyn bike da ku mûçeyên karmendan bike, piştî ku Bexdayê pereyên mûçeyên karmendan rênekirin. Çavkaniyan diyar kirin ku hin fişar li ser serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî hene lewma wî nikarî lihevhatina derbarê mijara mûçeyan de pêk bîne."

Çavkaniyeke nêzî civîna hikûmetê diyar kir ku hikûmetê biryar daye 205 milyon dolar deyn bike ji bo mûçeyên karmendan bide, her wiha got hikûmetê nikarî mûçeyên karmendan bi tevahî peyda bike, ji ber wê jî ji sedî 21 ji mûçeyên karmendan û sedî 50 mûçeyên wezîran û karmendên payebilind kêm kir."

`QETER..DEFTERA MIROVAHÎ YA REŞ`

Der barê mijarê rojnameya El-Beyan nivîsî: "Çewisandin û binpêkirinên mezin, hin kes avêtin zindanan, hin jî hemwelatiya wan hate betalkirin.. ev hemû êşên û azaran mirovî ne ku bi serê şêniyên eşîra El-Xufran a Qeterê tên, ku deftera rejîma Qeterê ya mafan reş e, ev yek bi raporên saziyên mafê mirovan eşkere bûye."

'RÊVEBERIYA TRUMP HEWL DIDE DI NAVBERA SIÛDIYÊ Û QETER DE HEVPEYMANÊ GIRÊ BIDE`

Der barê mijarê rojnameya El-Nehar a Lubnanê nivîsî: "Ajansa Bloomberg, li ser zimanê hin çavkaniyan diyar kir ku Siûdiyê û Qeter nêzî girêdana hevpeymanekê bûne, da ku arîşeya di navbera her du welatan de bi dawî bibe, ew jî bi serperştiya rêveberiya serokê Amarîka yê berê Donald Trump pêk tê."

Rojnameyê her wiha nivsî: "Hewldanên çareserkirina arîşeya di navbera Siûdiyê û Qeterê dê mijarên vekirina qada asmanî û sînorên bejahî bigire nava xwe."

(kn)