Li Kobanê dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û artêşa dagirker

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş bi dewleta Tirk a dagirker li rojavayê bajarê Kobanê li ser sînorê Tirkiyê- Bakurê Sûriyê meşand.

Li Kobanê dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û artêşa dagirker
3 kanûn, 2020   08:10
KOBANÊ

Dewriyeya hevbeş ji gundê Aşmê yê sînordar li rojavayê Kobanê bi beşdarbûna 8 panzêran, destpê kir. Tê payîn ku dewrî dê li gundên Carqilî, Qiran, Selîb, Boban, Seftik, Sosan, Qolê, Bêndir, Mijko û Cibnê derbas bibe û careke din li gundê Aşmê bidawî bibe.

Ev dewriyeya 35'an e ya polîsên rûsî û artêşa Tirk a dagirker ku li Kobanê pêk tê.

Tevî peymana di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsya de û peymana di navbera dewleta Tirk û Amerîkayê de li ser agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê heta niha dewleta Tirk agirbest pêk neaniye û êrişên xwe li dijî herêmên sivîl dewam dike.

(dm)

ANHA