​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 3-12-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 3-12-2020`AN
3 kanûn, 2020   00:00

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Yekitiya Mamostayan a Girkê Legê ji bo şermezarkirina hevpeymana li dijî Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de daxuyaniyek dide saet 9:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dewleta Tirk a dagirker di koçberkirina şêniyên resen ji gundên dagirkirî yên li Serêkaniyê, guhartina navên gundan û avakirina baregehên xwe yên leşkerî de berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyan diyar kir ku li hemberî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedan û girêdana bi axê ve vebijêrka sereke ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê li bajêr û gundewarê wê gelek tedbîrên xweparastinê girt, da ku xeteriya vê şewbê li ser şêniyan kêm bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Malbata Henadî ya 30 salî bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir, ku alîkariya keça wan bike, da ku wê ji nexweşiya hesasiyetê derman bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Saziya malbatên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de, bang li gelê Kurd û kurdistaniyan kir ku çalakiyên piştevaniya hemleya wê bi awayekî lez bikin û piştast kir ku grevvanên birçîbûnên heta serkeftinê pêngav ji hemleya xwe bi paş ve naavêjin.

-Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK’ê li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin nirxandin û bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sîvîl û dam û dezgehên siyasî kir ku guh bidine dengê xwe girtiyên zindanan û dengê wan bilind bikin.(Bİ WÊNE)

DOSYA

Endamên berê yên di nav Pêşmergeyên Roj de rastiya wê komê wiha vedibêjin “Di êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de biryara derketina pêşmergeyan serbazên PDK’ê da. Bi êrîşa li ser Xanesor’ê ya 2017’dan de jî xwestin Şengalê ji destê YBŞ’ê bigirin û rizgarkirinê bixin serkeftina xwe. Em bi her awayî hatin xapandin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê yê muxalif, diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelê Sûriyê hêvî ye. Pêwîstiya gelê Sûriyê bi mantiqa demokratîk a MSD`ê ya ku avakirina têkiliyan bi hemûyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bingeh digire, heye. Her wiha bang li dewletên Ereban kir ku piştgiriya vê projeyê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Kurd ên Rojava destnîşan kir ku nebersivdana PDK’ê li ser banga KNK’ê, ew e biryar ne bi destê wê ye û da zanîn ku ew helwesteke şerm e û dikeve xizmeta berjewendiyên Erdogan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Daxuyaniyên Îranê nîşan didin ku encamên bûyera kuştina zanyarê îranî Mihsin Fexrî Zade tên. Di wê demê de hewldanek ji bo naskirina sînaryoyên muhtemel ên bersiva Îranê yên li dijî kuştinê û sinifandina Hizbullah wek Rêxistineke terorîst li gelek dewletan heye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta pîşeyî ruxmî gelek astengiyan, lê derfeta pêkhatina rêgezaxwetêrkirinê heye. Li herêmê derfetên kar ji bo gelek şêniyan û pêwîstiya herêmê ji kargehan û werşeyan tê peydakirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA