​​​​​​​Nûnera NY’yê li ser xeteriya hebûna biyanî li Lîbyayê hişyarî da

Nûnera taybet a cîgira sekreterê giştî yê NY’yê yê Lîbyayê Stephanie Williams hişyarî da ku hebûna biyanî li Lîbyayê xeternak e û piştrast kir ku binpêkirina eşkere ya qedexekirina çekan heye.

​​​​​​​Nûnera NY’yê li ser xeteriya hebûna biyanî li Lîbyayê hişyarî da
2 kanûn, 2020   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di gera duyemîn a foruma diyaloga siyasî ya lîbyayî de ya di navbera nûnerên krîzê de, cîgira sekreterê giştî yê NY’yê Stephanie Williams da zanîn ku dem tune ye û lêçûneke yekser a paşguhkirin û astengiyê heye.

Stephanie Williams di civînê de wiha got: "Em der barê hebûna biyanî ya xeternak li Lîbyayê de hişyariyê didin."

Stephanie Williams wiha domand: "Binpêkirineke eşkere ya serweriya Lîbya û qedexekirina çekan heye. Hêzên biyanî hewl didin berjewendiya xwe pêk bînin ne berjewendiya lîbyayan.

Stephanie Williams diyar kir ku foruma diyalogê ya siyasî ya lîbyayî rêbaza herî baş e. 

Stephanie Williams destnîşan kir ku pêdiviya Lîbya bi milyon dolar heye, da ku binesaziya kehrebê çêbike, da ku xwe ji hilweşîna tora kehrebê rizgar bike.

Diyalogên lîbyayê bi rêya vîdeokonferansê pêk tên û bi sponseriya nûnera NY’yê ya piştevaniya Lîbyayê bi rê ve diçe, navenda wê jî li herêma Buheyra ya nêzî naverasta paytexta Tunisê ye.