​​​​​​​Rastiya ‘Peşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê (3)HAT NÛKIRIN

Endamên berê yên di nav Pêşmergeyên Roj de rastiya wê komê wiha vedibêjin “Di êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de biryara derketina pêşmergeyan serbazên PDK’ê da. Bi êrîşa li ser Xanesor’ê ya 2017’dan de jî xwestin Şengalê ji destê YBŞ’ê bigirin û rizgarkirinê bixin serkeftina xwe. Em bi her awayî hatin xapandin.”

​​​​​​​Rastiya ‘Peşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê (3)HAT NÛKIRIN
3 kanûn, 2020   00:39
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Duh li Xanesor ê îro li Garê, Amurek şerê PDK’ê; Pêşmergeyên Roj 

Koma çekdar ya bi navê “Pêşmergeyên Roj” bi dorpêçkirina qadên gerîla re dîsa ketin rojevê. Ev koma çekdar ku di sala 2012’an de li ser daxwaza serokê PDK’ê Mesûd Barzanî hatiye avakirin, di tevgerên xwe de eşkere dike ku bi taybet ji bo şerê li dijî PKK’ê û li dijî tevgerên kurd hatiye birêxistinkirin. Mînaka wê ya herî berbiçav şerê Xenasorê bû û niha jî li çiyayên Garê bicihkirina Pêşmergeyên Roj de ev rastî careke din eşkere dibe.

Endamên berê yên Pêşmergeyên Roj ku niha cihê xwe di nava QSD’ê digirin, bûyerên ku tê de cih girtine, çawa hatine xapandin û bikaranîn, tînin ser ziman.

‘EM AVÊTIN ALIYÊ MÛSILÊ’

Mihenet Mircan ku endamê berê yê Pêşmergeyên Roj bû, di sala 2013’an de berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Ji sala 2013’an heya sala 2018’an di nava Pêşmergeyên Roj de dimîne û yekser tev li perwerdeyê dibe. Piştî perwerdeyê berê wî didin bendava Mûsilê. Mihenet Mircan wiha dibejê: “Di çûyîn û hatinê de êdî min ev pirs kir ku hêza Pêşmergeyên Roj qaşo ji bo Rojava hatiye avakirin, çima ne li Rojava ye? Wekî ku henek li me hat kirin. Li ser esasê perwerdekirin û vegera welat em çûn, lê em avêtin aliyê Mûsilê. Paşê berê me dan Xanesorê.”

Li ser daxwaza PDK û MÎT’ê êrişên li ser navçeya Xanesor a Şengalê pêk hatin. Pêşmergeyên Roj di 3’yê Adara 2017’an de êrişî gelê navçeya Xanesorê kir da ku di navbera Kurdan de fitneyê derxin.

Di wê êrişê de gerîlayên PKK’ê şehîd ketin. Her wiha Pêşmergeyên Roj rojnamevanên ku şer dişopand, kirin hedef. Di encamê de rojnamevana Jin Newsê Nûjiyan Erhan ji serê xwe birîndar bû û di 23‘yê Adarê de li nexweşxaneyeke bajarê Hesekê şehîd bû.

‘LI XANESORÊ PLAN LI SER ME DANÎN’

Mircan bûyera ku li Xanesorê qewimî, wiha tîne ziman: “Di carekê de berê me dan Xanesorê. Di fikra me de êrişkirina hevalan tune bû, lê li ser me plan hatibûn danîn û agahiya me ji vê planê tune bû. Cara yekem min ewqas sewqiyatên çekan dît ku derbasî Şengalê dibû. Xwestin me li dijî hevalan bidin şerkirin û Şengala ku hatibû rizgarkirin, ji destê şervanan bigirin û rizgarkirinê bixin serkeftina xwe. Pêşmerge hemû ji Şengalê reviyabûn, tu pêşmergeyan şer nekiribû. Plan ev bû ku fitneyekê ava bikin û Şengalê ji destê şervanan derxin.”

‘PÊŞMERGEYÊN LI DIJÎ ŞERÊ BIRAKUJIYÊ DERKETIN, HATIN GIRTIN’

Mircan destnîşan kir ku çawa ew derbas bûne, pêşmergeyan berê çekên xwe dane şervanan û dibejê: “Şervanên li wir digotin ‘me li vir şehîd dane, me li vir şer kiriye, em ji Şengalê dernakevin, hûn çawa dibêjin ji vir derkevin?’ Piştî hinek nîqaşan em paşde vekişiyan. Pêşmergeyên Roj ên ku li dijî birakujiyê derdiketin, dihatin destgîrkirin. Di saetên sibehê de talîmat hat ku hêzên pêşmerge divê li Şengalê bi pêş de herin. Pêşmerge jî li gorî talîmatan tevgeriyan û şer dest pê kir. Gelek şervan şehîd ketin. Heya nîvro şer berdewam kir. Piştre serbazên pêşmergeyên PDK’ê ji me re civîn çêkirin û gelek pêşmergeyan di wê civînê de çekên xwe li dijî şerê birakujiyê berdan. Pêşmergeyên ku çekên xwe danîn ji bo ku birayên xwe nekujin, ketin lêpirsînê.”

Heman armanca ku li Xanesorê pêk nehat, niha jî bi rêkirina Pêşmergeyên Roj a qadên gerîla dixwazin pêk bînin. Der barê vê de Mircan dibêje: “Ma gerîla kî ne? Lawê Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Dêrikê ne, birayên me ne. Zarokên vê axê ne. Dewleta Tirk ku nikare şerê me bike, her tim bi rêya birakujiyê hewl dide me tune bike. Êdî divê Pêşmergeyên Roj vê rastiyê bibînin.”

‘PÊŞMERGEYÊN ROJ DI ŞEKLÎ DE JI BO ROJAVA YE, DI RASTIYÊ DE PIYON E’

Mircan der barê Pêşmergeyên Roj de dibejê ku ji derve de wekî hêzêke profesyonel xuya dikin, lê ji hundir ve tiştekî wiha tune bû û dibejê: “Dema ez tev lê bûm, agahiya min ji hêzên Rojava tune bû. Paşê li ser medyaya civaki mindît ku hêza YPG/YPJ hatiye avakirin. Divê ez di nava pêşmergeyan de nemama ku li welatê min hêz hatibû avakirin û divê min di nava wê hêzê de cih girtiba. Ji ber wê ez ji nav pêşmergeyan derketim. Di nav pêşmergeyan de xapandineke mezin pêk dihat. Pêşmerge bi xwe jî gihiştiye wê baweriyê ku ENKS malê firotinê ye. Di şekil de Pêşmergeyên Roj ji bo Rojava ne, lê di rastiyê de pêşmergeyên ji bo Başûr in. Wekî piyon tên bikaranîn.”

‘XANÎ BI WAN DAN ÇÊKIRIN’ 

Mircan bale dikişînê ser bikaranîna endamên Peşmegeyên Roj ku ji bo karên şexsî yên serbazan tên şixulandin û van agahiyan parve dike: “Pêşmergeyên Roj dibirin ji bo ku malên serbazan ava bikin. Xaniyên xwe bi wan didan çêkirin. Min bi çavê xwe dît. Fermandarê PDK’ê ku di nav hêzên Iraqê de cih girtibû, Pêşmergeyên Roj ji bo xaniyê wî ava bikin, birin. Wekî karker li wan dinêrin. Ew hêz ji bo Rojava hat avakirin lê der barê Rojava de tu gotina wan tune ye.”

Mihenet Mircan piştî ku ji nav pêşmergeyan di sala 2018’an de vediqete, vedigere Rojava û tev li QSD’ê dibe.

‘DÎROK DÊ DERKETINA ME JI ŞENGALÊ EFÛ NEKE’

Ehmed Ehmed sala 2012’an berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û tev li Pêşmergeyên Roj dibe. Ehmed êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê di nava pêşmergeyên ku reviya de bû. Ehmed der barê derketina ji Şengalê de van tiştan dibejê: “Biryara derketina Şengalê, serbazên PDK’ê da. Rojekê telîmat hat ku em ji Şengalê derkevin.  Rûxmî ku me ji wan re got em naxwazin derkevin, lê nehiştin. Em neçar man ku derkevin. Hêzên YPG’ê ji aliyê Rabîa de ji bo parastinê derbasî Şengalê bûn. Em dema derdiketin, min dît ku gelê Şengalê ji pêşmergeyên PDK’ê re digot ‘Hûn direvin, çekên xwe ji me re bihêlin.’ Lê pêşmergeyan fîşekek jî neda. Dê dîrok derketina me ji Şengalê efû neke. YPG/YPJ, ciwanên Şengalê û gerîla li Şengalê şer kir û rizgar kirin. Niha jî PDK dixwaze Şengalê bigire.”

BI BIRYARA VEQETANDINA JI PÊŞMERGEYAN RE EW XISTIN ZINDANÊ

Piştî derketina wan ji Şengalê şikandinek di nava Pêşmergeyên Roj de çêdibe û ev şikandin di şerê Efrînê de dîtina rastiya ENKS’ê û xapandinê gihiştiye biryara veqetandina ji nav Pêşmergeyên Roj. Piştî biryara xwe ji pêşmergeyan re dibêje, dikeve zindanê û dibejê: “Ez 3 mehan di zindanê de mam. Di lêpirsînê de hat gotin ku tekiliyên min bi YPG’ê re hene. YPG birayê min, pismamê min, hevalên min yên zaroktiyê ne, jixwe dê tekiliyên min bi wan re hebin. Piştî ji derketina zindanê nêzî 2 salan ez di bin şopandina Parastinê de mam.”

‘ENKS’Ê EM NÊZÎ OPOZÎSYONA SÛRIYÊ DIKIRIN’

Ehmed diyar kir ku planên ENKS’ê li ser wan hebûn û dibejê: “ENKS her ku diçû em nêzî opozîsyona Sûriyê dikirin. Me hemûyan jî dizanî ku ew girêdayî dewleta Tirk in. Me dît ku MÎT dixwaze wek hêzeke leşkerî me bixe bin kontrola xwe. Muxatabên wan jî rêveberiya ENKS’ê bû. MÎT di nava Pêşmergeyên Roj de şerê taybet dida meşandin ku yên dixwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, ji wan re digotin dê YPG we sere wê jê bike. Va ye ez li Rojava me û tev li QSD’ê bûme. Tu kesî sere min jê nekir.”

 

Têbînî:

Ji bo şopdarên me yên hêja: Di dîmenê dosya “Rastiya ‘Pêşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê” di beşên duyemîn û sêyemîn de, şaştiyeke teknîkî çêbû û duh dîmenê beşê sêyemîn bi şaştî li şûna dîmenê beşa duyemîn hatibû barkirin. Ji ber wê şaştiyê em ji hemû şopdarên xwe yên hêja lêborînê dixwazin. Dîmenên her du beşan hatin rastkirin.

ANHA