Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din serlêdana serdozgeriya komarê ya Bûrsayê kirin.

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kirin
1 kanûn, 2020   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber  Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ,  ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 mehan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de, ligel muwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê Îlonê de bi behaneya“Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû û ev qedexe hîna jî dewam dike.