Komîteya Tenduristiyê li gundewarê Dêrazorê dest bi hemleya aşlekirina zarokan kir

Komîteya Tendurisityê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li navenda El-Sewa ya tenduristiyê, dest bi hemleya aşlekirina li dijî felcbûna zarokan kir.

Komîteya Tenduristiyê li gundewarê Dêrazorê dest bi hemleya aşlekirina zarokan kir
Komîteya Tenduristiyê li gundewarê Dêrazorê dest bi hemleya aşlekirina zarokan kir
Komîteya Tenduristiyê li gundewarê Dêrazorê dest bi hemleya aşlekirina zarokan kir
Komîteya Tenduristiyê li gundewarê Dêrazorê dest bi hemleya aşlekirina zarokan kir
1 kanûn, 2020   11:17
DÊRAZOR

Di çarçoveya hemleya aşlekirina zarokan de, da ku felc nebin dê komîteya tenduristiyê zarokên ji salekê heta bi yên 5 salî aşle bikin.

Li gorî kadroyên navenda El-Sewa ya li rojavayê gundewarê Dêrazorê, dê hemle du hefteyan berdewam bike. Di heman demê de dê xwendekarên qonaxa seretayî yên ku di dibistanê de nehatin aşlekirin, werin aşlekirin.

Navenda Tenduristiyê xizmeta gelek gundewarên rojavayê herêma Dêrazorê dike, ji wan Hemar El-Elî, Zixêr û Cezîra Weset.

Hêjayî bibîrxistinê ku Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Gel a li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê, dest bi hemleya aşlekirina li dijî nexweşiya Laşmanyayê kir.

(eh)

ANHA